• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Li Emrîqayê êrîş li lîseyê hat kirin: 2 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di êrîşa ku li Lîseya Hunerên Sehne û Xuyangê Navend a ku li bajara St. Louîsaya wîlayeta Mîssourîyê ye hat kirin de 2 kes canê xwe ji dest dan, 7 kes jî birîndar bûn.

Polês daxuyand ku, ekîbên ewlehîyê bi êrîşdarê 20 salî yê ku di demeke kurt de wê tespît kirin ketin pevçûnê û gule berê wê dan.

Meha Gulana borî êrîş li dibistanekî ku li Uvaldeya wîlayeta Texasa Emrîqayê ye hatibû kirin, di encama wê êrîşê de jî 19 xwendekar û 2 mamoste jî canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir