• DOLAR 32.76
  • EURO 35.08
  • ALTIN 2445.142
  • ...
“Nêzdîroka Kurdan a di Dengbêjîyê de”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kilinç di pêşkêşîya xwe ya ku kir de balan kişand li ser nêzdîroka Kurdan kaç i tişt bi sere Kurdan de hatine.

Temamê pêşkêşîya ku ji teref Nivîskar Mela Mehmûd Kilinçê ve hat kirin wisa ye:

DI DENGBÊJÎYA KURDÎ DE NÊZDÎROKA KURDA

Gelî mêvanên bi qedr û qîmet hûn tev de bi xêr hatin vê panêla me ku me bi wesîla salvegera Kovara Banga Heq Ji Kelha Amed li dar xistiye. Em bo hatina we ya vê Panêla me ji we hemîyan re muteşekkîr in.

Her wekî ku hûn  jî dizanin din av Kurda de nexasim di nav nifşên berya me de dengbêjî û ehemmîyeta dengbêja, hurmetgirtina dengbêjan lê berya ku behsa dengbêjîyê bikin lazime em behsa Çandê bikin.

Li gorî lêkolîneran “ÇAND” awayê taybetê ji cil û berg, xwrain, vexwarin, lixwekirin, rabûn û rûniştin, dîn, ziman, huner, exlaq, hiqûq, xwendin, nivîsandin, tevgerên bedenî, hemî muameleyên însanî, urf, adet, terzê fikrî û …hwd temmamê amûrên jiyaanê ê maddî û manewî ne ku miletekî ji milletên vediqetîn, orjînalîya wan derdixe holê. Bi saya çandê millet ji hev vediqetin û taybetîya aşîkar dibe. Li gor agahîyên me ê halê hazir sê awayên çndê hene

Çanda Devkî: Ew çand e ku li ser zar û gelan dest bi dest, nifş bi nifş digere. Di tarîxa însanîetê de çanda herî qedîm û kevnar ev çande ev çand e ku binga çanda nivîskî li ser vê çandê hatiye damezrandin. Di çandê de hafize ya gel zindî ye, her agahî û rewş bi awayeke devkî nifş bi nifş digere. Bi borina demê re mimkûne ku ev çand jî bi guhere û ji heqîqeta xwe dûr bikeve. Ji ber ku ev çand li ser zarê însanên fanî nifş bi nifş digere bi borina demê re, bi çûna sal û zemanan re mimkûne ku ji heqîqeta xwe dûr bikeve weayxûd bê jibîrkirin. 

Çanda Nivîskî : Ev çand bingeha xwe ji çanda devkî werdigre, li ser xîmê wê tê avakirin bi saya qelemê li ser rûpelan tê qeydkirin û wek eslê xwe dimîne. Vê çandê bi nexş û nîgarên li ser kevir û dîwarên şikefta dest pê kir ta nuha bi wesîla qelemê domîya. Ji berk u di vê çandê de her tişt qeyd kirîye hafizeya însanî div ê çandê qels însandimîne bes giranîya vê çandê li ser eslê xwe dimîne. Bi keşfa metbeeyê re ev çand bêtir belav bû di nav gel de. Gelek materyalên çanda devkî bi saya vê çandê ket ser rûpelan û hat muhafazekirin. Ji ber gelê Kurd di vî warî de derengketin rê hêj jî gelek materyalên çanda devki ya Kurdî li benda nivîskar û lêkolînera ye da ku kom bibin bên qeydkrin.

Çanda Dijîtal : Ev çand çandeke esrî û Modern e. Bi wesîla Radyo, Telefon, Televîzyon Cd, Band, malperên înternetê, platformên civakî û…hwd ketye rewacê. Di vê çandê de gelek însan di paltformên muxtelîf de agahî, deng, stran, çîrok, destan, helbest, video û…hwd bi hev re parve dikin û jiyana xwe digehînîn asteke di.  Bi wesîa vê çandê hem çanda nivîskî hemjî çanda devkî gîhaye asteke din. Digel ku gelek talûkeyên vê çandê hene jî îdî ev çanda bûye parçeyek jiyana însanên modern. Gelêk muqtedîrên hêzdar bi wesîla vê çandê li ber însanê modern rê û rêbazên muxtelîd datînin û li gorî bernaameya xwe însanîyetê dizayn dikin. Şexs, gel an jî sazî dikarin bi saya vê çandê propgandaya xwe bikin û bighên asteke din, çi şaş û çi rast dikarin tesîra fikra xwe li însanan bikin. Di vê esre de ev çand zêde bi pêş ve diçe û belav dibe.

Dengbêj û Dengbêjî

Peyva dengbêj pêyveke hevedûdanîye ji ku du kelîmeyên wek “deng û bêj” pêk hatiya. Dengbêj ew kese ku kelîme û peyvan bi awayeke hunermendane bi aheng li gor qaîdeyên mueyyen rêz dike, dike metn  û raberî civatê dike. Di  nav kurda de bo dengbêjan û şair, hozan jî tê bikaranî. Metnê ku dengbêj li hev tîne li gor terzê xwe bi awaz dixwîne jî wek Kilam, Stran hatiye binavkirin.

Di çanda kurdan de hinek kes jî starnên dengbêjan jier dikin û dinav civatê de dixwînin Kurd ji wan kesan re jî sitranbê weyaxud klambêj dibêjin.

Piştî van agahîyan eger em bên ser dengbêjîyê em dikarin bêjin dengbêjîya Kurdî jî beşek ji çanda Kurdîya devkî ye ku di sedsala dawîn de ketîye nav Çanda nivîskî û dijital. Ji ber ku di nav Kurda de xwendin û nivîsandin kêmbûye gelek amûrên çanda Kurdî bi wesîla çanda devkî li ser zarê dengbêj, destanbêj û çîrokbêjan di nav civatê de nifş bi nifş gerîya ye. Di çanda Kurda de dengbêj xaleke pir muhîn lewra ew:

Hunermend, şair, hozan û berdevkê gel in. Bi her awayê din av gel de dijîn, di şîn şahîyên wan de cîh digrin, bi her awayî rengê jiyana wan di hunera xwe de dirêsin, ç idi jiyana Kurda de pêk hatibe wî bi awayeke hunermendane vedibêjin, dixin hafizeya gel nifş neqil dikin. Ji lew em dikarin bêjin ku dengbêj bo Kurda Hard Dîskeke muhîmê jîndar e.

Ji ber vê sedemê bû dema ku Bedirxan Beg sirgûnî stenbolê kirin bo ku zarokên wî Kurdayetîya xwe ji bîr nekin dengbêj nexasim dengbêjin dibir mala xwe da ku zarwê wî perwerdeyî kurdî bikin. Her wiha Celadet Bedirxan jî di kovara hewarê de bi wesîla dengbêjê navdar Ehmedê Fermanê Kîkî gelek sitran û destanên Kurdî weşandinye.

Mijara Kilamên dengbêja bi her awayî jiyana Kurda ye, Evîn, Şîn, Şahî, Jinrevandin, Şerrê Navxweyî, Mêrkuştin  Şerrê Li Dij Otorîteyê Hesretên Xurbetê, Çûna Zozanan, Jiyana Li Zozanan, vegerîna ji Zozanan, Şerrê Digel Muslumanan Li Dij Kafiran, Derbeyên Leşkerî, afetên muhîm ê wek zelzele, trafik, aşît, hezaz, şerrê li ser mal û milk nexasim ê li ser zozanan, şerrên… hwd tev di starnên Kurdî de ji teref dengbêjan ve hatine ziman.

Destpêka Dengbêjîyê Di Nav Kurda De: Ji berk u delîlek qet‘î nîne  Bi awayeke Qet‘î em nikarin bêjin k udi nav Kurda dedengbêjîyê filan wextê destpêkiriye. Lê em dikarin bêjin wexta Kurd bi xwe û hebûna xwe hesîyane û ta nuha bi hezar salan dengbêjî di nav kurda bikar ahatiye û bikar tê. Bo her kurdê kevnar dengbêjê ewil ddayika wî ye ku darê wî dihejîne û l ber serê wî dilorîne lorîkan bo dibêje.

Em Dikarin Dengbêjan Bi Vî Rengî Dabeş Bikin

Dengbêjê Mîran: Dengbêjên mîran wek berdevkê çanda gelêrî dîwana Mîr û Began xemilandine. Di şîn û şahîyên wan de stran gotine. Carna di dîwana wan de digel dengbêjên hevçaxê xwe avêtine berhev, ketine qirika hev li hember hevdû bi rojan sıtran gotine.

Bi qas ku em dizanin Çîngo dengbêjîya Îshaq Paşa û Kurrê Wî, Şerîfê Çîngo dengêjîya Behlûl Paşa, Evdalê Zeynikê Dengbêjîya Surmelî Memed Paşa, Selîm Silêman dengbêjîya Mîr Şerefê Hîzanî, ‘İzêrê Mecîd dengbêjîya Bedirxan Beg, Evdilhadî dengbêjîya malbata Cemîl Paşa,  Feqîyê Qizqapanê û Taha dengbêjê Kor Huseyn Paşa, Pêroya Têxûtê dengbêj Rizayê Xalit, Evdilkerîmê Kuştiya dengbêjê Xalit Begê Hesenî bûne. Her wiha gelek mîr û beğen kurda ên din jî xwedî dengbêj bûne.

Di vî warî de Evdalê Zeynikê û Şêx Silê du mînakên balkêş in. Evdal Dengbêjê Surmelî Memed Paşa ye ku ta dawîya Umrê wî ji Nexşîrewanê bigre ta Xozana Edenê digel wî gerrîya ye, bi wî re çûye şerr û cengan û gelek serpêhatiyên wî kiriye stran. Şêx Silê jî dengbêjê Taahir Xanê Qelenyê ye. Rojek Surmelî Memed paşa Evdal dişîne da ku di dîwana Tahir xan de bi Şêxsilê re bikeve devjenîyê û wî mexlûb bike. Lewra di wê demê de serdestîya dengbêjê Mîran di heman demê de serfirazîya wan bû:

Evdal û Şêx Silê bi rojan didin ber hev. Sitranek ji wê devjenîyê bo ku hev li şerrê devjenîyê sor bikin bi meydan xwendinek wihareng dest wiha dest pê dike:

Were lo yemaaa… n

‘Evdal dikire gazî go lo lo Şêx Silê lo lawo sibe bû

Dîdem e ji kula dilê min û te ra xweş Dîdem e

Le sîngê min kirtûka dengbêja zarê min qelem e

Ez geriyam li gobeka dinyalikê

Min dengbêj bi ser xwe ra nedîtin

Min nav û dengê te bihîstibû li İranê li Qelenyê li topra‘xa ‘Ecem e

Lo  yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman

 

Were lo yemaaa…n

Şêx Silê dikire gazî go lo lo ‘Evdal lo lawo

Ca bêje gelo ez ku heme Şêx Silê me

Ez gula govendê me çokdarê dîwana bavê Cemîlê me

Ez dengbêjê Tarxan Begê me

Donzde salê min temam bûn lo lawo li Qelenyê me me

Ez ku heme li ‘erasa meydanê tim cara qîle pêş çavê dengbêjê xelkê me

Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman

Di encama şerrê sê şev û sê rojan de şerrê berhevîyê bi teslîmîyeta Şêx Silê û serdestîya Evdalê Zeynikê wihareng diqede:

Were lo yemaaa… n

Şêx Silê dikire gazî go

Lo lo ‘Evda lo lawo! Sibe bû ca beje gelo bejna min ne kine ne dirêje

Le bejna ‘Evdalê Zeynikê fenanî tayek ji tayê rihana

Li devê geliyan û newalan mesîla şax davêje

Malmîrato hela ji wê derê rabe were qasekî li kêleka min rûnê

Ji derd û kulê min û xwe ra têr bibêje

Bira wer ad û wer exte be

Li ber destê te û Tarxan Begê tevê cima‘etê w komê mêvana

Hetanî navê te li dinyayê hebe êdî Şêx Silê Nabê ez dengbê je

Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman

 

Were lo yemaaa… n

‘Evdal dikire gazî go

Lo lo Şêx Silê lo lawo! Sibe bû bira li me nehatiya sura sibê bîna bayê Qeleniyê

Malmîrato! Min ji te ra nego germ e ji xwe ra li İranê bike dengbêjiyê

Tu dengbêjî lawo nizanî bi sira şairiyê

Ez nizanim ustadê te kî ye ustadê min Şêxê Nêrî ye

Lo yeman lo yeman lo yeman lo lo yeman yeman

Her wekî liv ir jî xwîya dibe di encama devjenîyê dema ku dengbêj muxatabê xwe mexlûb dike dide ber dilê wî û enanîyeta nefsa wî naşkêne. Pesnê wî dide dibê ku tu jî dengbêjek hêja yî bes hinek kêmasîyên te hene.

Dengbêjê Şêxan: Ev cûre dengbêj bi giranî bi giranî di dîwan û tekyeyê Şêxan de dengbêjîyê dikin, hevalbendê wan in, carna sitranan, carna beyt û qesîdeyan dibêjin û civatên wan şên dikin. Bi qasî ku em dengbêjê Şêx Seîd Mistefayê Xelloyê Heyrane ku hem mirîd hem dengbêjê wî ye. Ferzê Mirîd û Dengbêjê Şêx Ebdullayê Melekan bûye kul i ser wî sitrana “Yar Felek” çêkiriye. Reso dengbêjê mala Hezretê Norşîn Xiyaseddîn Emre bûye. Her wiha Huseynê Orgînosê, Nurôyê Meter, Sofî Silo, Hecî Evdilkerîmê Patnosê çend mînak in ku wek dengbêjên dîwana şêxan nav dane. Xeyr ji dengbêjan gelek qesîdebêjan jî ji şêxan re qesîdebêjî kirine. Rahştine Erbaneyên xwe, xwe berî gunda dane, helbestên şêx û ûlemayan xwendine û bo irşada terîqê wek awayeke dengbêjîyê qesîdebêjî kirine. Şêx Selaheddînê Çanî, Hafiz Memdûh ji vê beşê ne, Şêx Qutbettînê korikî, Mele Mİhemmed Koçlan, Nûroyê meter, Mela Evdilmecîdê Miksî, Mele Bîlalê Sîlwanî, Mela Ehmedê Hîzanî, Mel Aydın, Mele Îbrahîmê Zîlanî di vî warî de çend misal in.

Dengbêjên Eşîretan: Ev curre dengbêj xwe li ser navê eşîrekî didin naskirin û wek dengbêjên din di heman mijarê de distrên. Di demen berê de di şerrê mabeyna eşîran de va dengbêjan halan dane şervanan da kul i şerr sor bibin. Ehmedê Bêrtî, Ehmedê Fermanê Kîkî ji van dengêja ne ku xwe bi eşîra xwe nav kirine.

Dengbêjê Gundan: Ev cûrre dengbêj hema hem adi her gundên kurdistanê de hebûn. Ku di şahîyên wan sitran digotin. Ev dengbêj di warê bilêvkirina rewşa jiyana gundan de pisporin û bi awayeke berfireh hal û hewalê gundiyan tînin ziman. Qismek ji dengbêjên mutrib bûne û wek dengbêjên gerok hatine naskirin. Dema ev dengbêj çûna gundan bo ku şahîyê coş bikin bexşîş xwestine. Bes dema ku bexşîş nedan wan metele li gundiyan kişandina, rexne li wan kirine. Gundî jî j ber ku xwe ji meteleyên wan mihafaze bikin bexşîş di wan.

Dengbêjên Şînê: Ev cûrre dengbêj di şînan de bi heq çûne bo miriyan sıtran nuhurandine. Giranîya van dengbêjan ji jinan pêk tê. Piştî ku xwediyê mirî daxwaza sitranên şînê jvan dengbêjan dikin ew hinek agahîyan di derbarê kesê mirî de di elimin diçin di şînê wek nêzmerivike kesê mirî distirên bi xwe digrîn, hewarîyan jî bi girî ve dikin. Ev cûre dengbêjî elewî ê Meletî, Sêwas û Semsûrê de berbelavtir e. Mebesta kirêkrina van dengbêja ewe ku kes nebêjit ev mirî bê xweyî ye, kesek wî nîne ku şîna wî bigerîne.

Çeşîdên Sıtranan

Kilamê Dilan: (Lawik, lawik kilamên qîza:) Ev sitran wek lawik weyaxud kilamên qîza jî tên bikaranîn. Di van sitaranan de Bi giranî behsan evîn û evîndarîyê, kar û barê evîndaran, cehd xeyreta wan tê kirin. Êvînên nîvcû tê kirin. Ev cûre sitran din av sitranên dengbêjan de cîhekî taybet diğer. Eğlebê van kilaman ji devê evîndaran dest pê dikin. Wek mînak:

Lawko dîno were mala bi qesta vê şûjinê haylo dilo

Bira malî w cîran, gundî û eqreba şik nebine

Min bixwaz ji dê û bavê mine ger dan ji xwe dane

Eger nedane emê bikin kar û barê revandinê

Law ko dîno ez bengî

Kilamên Şer (Kilamên mêrxasîyê:) Di van sitaran şerr û pevçûnên muhîm tên vegotin. Şerrê di navbera du kes, eşîr, mal, malbat weyaxut eşîr û dewletan de tev cîh dgrin. Ji ber ku xebatên li ser dîroka  Kurda ya nivîskî kemin ev sitran di vî warî de belgenameyên muhîm in. Lewra ev sitran wek belgefîlm wesfê şer û şervanan, hal û rewşa gel a berya şerr û piştî şer, cezakirina şervanan, pisîkolojîya gel a di wê demê de xweş tîne ziman. Wek mînak piştî ku serhildana Şêx Seîd têk diçe di sitarnekî şerr  de rewşa gel wiha tê ziman:

Lê ey ey….. waa…x de lê waa..x

De lê lê sibe ye

Qudertê bi sê denga ba dikirî

Go: De lê lê muhbetê

Korê nemayê li dinyaye

Sibeye minê li diyarê

Kele bi Kopê

Mûş û Melaazgirê Xinûsê diketim

Gidî gelo vê sibengê

Ji bo xatirê Xudê

Ca binhêre

Li qêrînê li qutînê

Li hewarê

Li gaziye

Li şînê li girînê

Eman hewara Xwedê

Reben ezim ca sêr bikê

Li vê zulm û zelalet û vê wehşetê

Eman ji bona Xwedê

Ca sêr bike li vê zulm û zelaletê

Eman reben ezim

Kesekî xwedanî xêra tune

Cewabekî bide Seyîdê Nêrîyê

Bê erê Seyyîdo!

Te malik mîrato!

Ocaxî koro

Tuyê li wî diyarî , li  wî kevirî

Çi sekînî

Eman ca binhêrê

Bavê Şêx Elî Riza

Şêxê îrşadê

Dîreka dînê İslamê

Teyrê İspîrî girtin

Ca sêr bike

Vê sibengê birin Diyarbekra şewitî

Tevî sêsid siwarê me Hesena

Ji bo bibin ber kindîrê

Ji êvara xwedê de avêtin nezaretê

Destan: Di van cûrreyê sitaranan de destanbêj bi awayeke dirêj buyerê, serpêhatîya qehremanên bûyerê tevlî xeyal û menqibeyan dike bo me vedibêje. Destana Kela Dimdim, Memê Alan, Kerr û Kulik, Siyabend û Xecê, Dewrêşê Evdî, Elî Îzzet Beg, Genc Xelîl, Xezal û Reşît Paşa, Filîtê Quto û Mamê Elê Etmankî, Şêxê Senan û Dota Gurcîyan, Ferx û Sitî, Binefşa Narîn û Cembelîyê Kurrê Mîrê Hekarî, Şerrê Newala Paxirmadenê, Fatma Salih Axa, Salo Keja Gulîsor, Şerrê Kor Qasim û Îskanê Gullîxanê di vî warî de çend destnên balkêş in. Dengbêj Kazoyê Garisya, Reso, Fadilê Kufragî, Zahro, Memedê Panîyê, Mistefayê Cangoranê, Hecî Evdilkerîmê Patnosê Çend Dengbêjin ku destanên Kurdî nuhurandine. Din av destanên Kurdî çîrok û destan tevlihev in. Dengbêj carna wek sitran, carna jî wek çîrok destanê vedibêje bi vî rengî di guhdarîkirinê de nawweste. Destanên kurdî bi giranî di dîwanên şevbuhêrkên zivistanê de hatine vegotin ji ber şev dirêj bûn diketin dewsa film û rêzefîlmîm îroyîn de. Her wekî ku tê zanîn Ehmedê xanî Mem û Zîna xwe liser tevna dengbêjî ji destanê Memê Alan wek Mesnewî ava kiriye.

Dîlok: (Klamên Govendê:) Ev cûreyê sitranan kilamên Govendê jî hatine binav kirin. Di van sitranan de kêş û qafîye hene. Her risteke van sitranan ji teref kesê  sergovend ve du car tê xwendin û govendger jî lê vedigerînin. Wekmînak bo ku govend coş dest pê bike ser govend wiha dest bi dîlokê dike:

Aha nînna aha nînna

Bes bikevin nav nivîna

De ka rabî ji xewwa giran

Li hev nedin tan û pîna

 

Govenda xwe bigerînin

Dîllana xwe bigerînin

Ling û gava li hev bînin

Xwelî l’ serê ê di nîvîna….

 

Lawij: (Beyt, Qesîde:) Ev cûreyê dengbêjîyê wek qesîde, beyt (nexasim bo qewlên êzdîya.) Di van sitranan de kêş û qafîye hene. Qesîdebêj carna ji metneke klasik (wek dîwana Cezerî, Xanî, Extepî û hwd) helbestek werdigre, carna jî di bin tesîra wan de bi xwe çê dike bi erbane weyaxudbê erbane dixwîne. Wek mînak Şêx Qutbeddînê Korikî bi xwe  lawijek çê kiriye ku wiha reng dest pê dike:

Rabe ji xew, rabe ji xew

Ey dil demî rabe ji xew

Furse borîye mislê kew

Rabe ji xew rabe ji xew

Ey dil demî rabe ji xew

Heyranok: Ew cûrre sıtranın ku keç û lawê evîndar bi veger li ser hev dibêjin. Din av sitranên kurdî de ev jî wek beşek taybet cîhekî muhîm werdigre. Bêtir li herêma botan û şirnexê tê bikar anîn

Sitranên Demsala Biharê: Ev cûrre sıtran demsala biharê, çûna zozanan, xemilandina kaînatê ji teref Ellah Te‘ala, Xortanîya însan û coşbûna çem û rûbaran beyan dikin. Di sitarnên demsalî yên biharî de gelek şîret û nesîhet jî li însan tên kirin wek mîn sitraneke biharî wiha dest pê dike û diherrike:

Bê lê xezê hê hê hê …..

Marûmê gelo bihare

Malê me bar kirin

Diçin zozana

Gaye me tune ne

Barbirrê me deve ne

Wayê wayê wayê… Xezê

Le marûmê

Bihar e malê me bar kirin

Diçin zozana

Gaye me tune ne

Barbirrê me deve ne

Zozanê Fêzî hene zozanê me ne

Emniyeta xwu bi însanê van sal zemana meyne pirr bê ewle ne

Temmamî ewladê Adem in

Derece bi derece ji hev zede ne

Însan ê qenc û xirav tê de hene

Herçî însanê qencin binê gitinê wane sağlem in

Serê xeberê wan e bi hêcîr in

Binê xeberê wan e bi xurme ne

Tu gotina xirav di dilê wan de tune ne

Herçî însanê xirab in

Le binê wan e xayîn in

Serê xeberê wane bi qîle ne

Binê xeberê wane bi mane ne

Gelek gotinê xirav di dile wan de hene

Wayê wayê wayê….. Xezê

Payîzok: Di van cûrreyên Sitranan de payîz digel huzna payizê tê teswîrkirin. Huzna dawîya umrê însan, veguherîna dem û dewrana û rewşa kalanîyê, na îmkanîya dîtîna yarê bi awayek ecîb tê beyankirin wek mînak: 

Lê lê dîlber malxirabê rabe payize

Ca binhêre çiya ba didikirin çiya

Çiyayê mezin ba dikirin çiyayê biçûk

Çiyayê biçûk ba dikirin hûr deviya

Digo mala we şewitiyo

Ca rabin hun biçûk in

Aqilê we nagre hemû der û  hemû ciya

Payize temmamî koçerê me ji zozana vegeriyan

Temmamî zerî vegeriyane xaniyan

Lê lê sergînê pîs ewê xirav bike

Reng ruyê van zeriyan

Xwedê zane payize temmamê zerî vegeriyan e xaniyan

Hewa xaniyan pîse

Ewê sergînê pîs xirav bike rengê van zerîyan

Dîlber dîlber......

Xeyr ji vana wek şeşbendîya ku dengbêj bi şeş bendan dibêjin û bi wezn û qafîye li hev vedigerînin, Berîte ku govenger bi hev re dibêjin gelek çeşîdên stranan hene ku dengbêj distrên lê ji ber sînorê xeberdana me mueyyene em bi vê îqtîfa dikin.

Çend Dengbêjên Kurdê Navdar:

Herêma Serhedê

Feqîyê Teyran:  i awayeke kamil em dizanin ku Feqîyê Teyran din av Kurda kesê yekem xwe wek dengbêj daye zanîn û di helbesteke xwe de gotye ku “Ez Feqîyê Teyran im, Dengbêjê Jaran in.

Çîngo:

Şerîfê Çîngo:

Evadalê Zeynikê

Gulê

Şêx Silê

Şêxê Nêrîyê

Şeroyê Biro

Mistefayê Xelloyê Heyran

Mihemmedê Canşah

Keremê Oxçiya

Memedê Panîya

Şakirê Qereyaziyê

Şakirê Şêxela

Siloyê Gulê:

Huseyno

Zahiro

Mistefayê Çiftborrî

Ferzê:

Kawîs Axa

Feqîyê Qızqapanê:

Reso:

Apê Bekir:

Ehemdê Bêrtî

Nûroyê Meter

Mekanên Ku Dengbêj Tê De Derikevin Pêşberî Gel

Bi rastî hema hem ali her derî degnbêj destê xwe davêjin kerrika guhê xwe û distrên. Bo sitarngotine her mekan ji bo dengbêja musaîde bes eger îlla em bixwazin dabeş bikin em dikarin bêjin dengbêjên Kurd bi giranî li van mekanan derdikevin pêşberî gel. Lê eger em bixwazin dabeş bikin em dikarin bêjin ku dengbêjên kur dli van mekanan sitarn gotine:

Konên Koçera: Herwekî ku Mela Mehmûdê Bayezidî jî beyan dike dema ku kuçerên Kur dli serhedê çûne zozanan îlla beşek ji konê xwe weyaxud konekî taybet bomsafira veqetandine. Di şîn û şahîyên wan de dengbêjan li wir bo gerrandina şînê weyaxud coşkirina şahiyê sitarn gotine.

Dîwanên Gundan: Di gundên Kurda de nexasim di şevên zivistanan de bo şevbuhêrkê hema hema her şev dîwan i malekî hatiye li darxistin. Di şevbuhêrkan de destanbêjan destan, çîrokbêjan çîrok, dengbêjan kilam gotine.

Qesr û Qonaxên Began: Her wekî ku me li jor jî beyan kir

Hinek Bûyerên Muhîm ê Ku Bi Wesîla Dengêjan Di Bîra gel de Şax Vedane

Ji ber ku gellê Kurd di nebûye xwedan dewlet û bi awayeke serdest û azad kêm jiya ye, dereng xwe gihandine qelem û nivîsê materyalên qeydî yên nivîskî di derbarê dîroka wan de kêm in. Ê ku hene jî ew materyalin ku ji teref dagirker û serdestan ve hatiye qeydkirin û objektif nînin. Giranîya wan hem kurdan, hem rêberên wan wek xayîn, şeqî û … hwd bi awayeke negatif nişan didin. Giranîya agahîyên di derbarê nêzdîroka Kurdan

 

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir