• DOLAR 32.815
  • EURO 35.218
  • ALTIN 2459.681
  • ...
Îranê yekem raporta ketina helîkopterê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di rapora ku ji aliyê Sererkaniya Giştî ya Îranê ve hat weşandin de, hat diyarkirin ku helîkopter ji rêya xwe derneketiye û di bin kavilên wê de ti gule û şopên bi vî rengî tineye.

Di raporê de ev agahî hatin weşandin:

“Helîkoptera serokatiyê rêya xwe ya ku ji berê hatibû plankirin berdewam kir û ji rêya xwe derneket. Pîlotê helîkopterê bi du helîkopterên di otobusa serok de têkilî danî. Di hilweşîna helîkopterê de ti birînên fîşekan û şopên mîna wan tune bûn. Helîkoptera Serokatî li girekî ket û şewitî. Ji ber dijwariya herêmê, mij û hewaya sar lêgerîn heta saet 05.00an berdewam kir. Operasyon bi dawî bû ku cihê ketina helîkopterê di dema keşif û rizgarkirinê ya firokeyên bêmirov ên Îranê de hat dîtin û piştre ber bi cihê ketina helîkopterê ve çûn. Di têkilî û diyaloga ekîba helîkopterê ya bi birca kontrolê re xalên bi guman nehatin dîtin. Piraniya belge û berhemên ku bi qezayê ve girêdayî ne hatin berhevkirin. Lêbelê, lêkolîna wan bi kûrahî bêtir dem hewce dike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir