• DOLAR 32.796
  • EURO 35.169
  • ALTIN 2448.192
  • ...
Li Sudanê pevçûnên ‘eşîretan: 250 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin pevçûna ku di meha Tîrmehê de di navbera ‘eşîretên Hemec û Hausayê de pêk hatin didome.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin xanîyên ku li gundên herêma Ved el-Mahîyê ne hatin şewitandin, nêzê 250 kesan mirin, ji 550 kesan zêdetir mirov jî birîndar bûn û nêzê 70 hezar kes jî koç bûn.

Hikumeta herêmê, di 21ê Cotmehê de li herêma Nîla Şîn derketina derve qedexe kiribû.

Hatibû îddîakirin ku pevçûn ji ber ku ‘eşîreta Hemecê dibêje ‘eşîreta Hausayê ne ji li vê ye û ji ber vê yekê êrîşê wan kiribû derket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir