• DOLAR 32.231
  • EURO 34.969
  • ALTIN 2474.508
  • ...
Li Ûkraynayê li 4 herêman referandum: Medyaya Rûsyayê encamên yekem eşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tê hêvîkirin ku encamên hilbijartinê îro danê êvarê bên eşkerekirin. Li gorî encamên destpêkê, medyaya Rûsyayê ragihand ku her 4 herêm bi tundî piştgirî dane beşdarbûna Rûsyayê.

Di roja dawî ya referandûma ku di 23'ê Îlonê de li herêmên Zaporozîjye û Kherson ên Ûkraynayê û her wiha li Donetsk û Lûhanskê yên li rojhilatê welêt dengdayîn di roja dawîn de dewam dike.

Di referanduma ku ji aliyê welatên rojavayî û Ukraynayê ve weke neqanûnî hat şermezarkirin, gel deng dide ku bersivê bide ka ew dixwazin herêma wan bibe beşek ji Rûsyayê an na.

Hat diyarkirin ku rêjeya beşdariya hilbijartinê li Donetskê ji sedî 86,89, li Lûhanskê ji sedî 83,61, li Zaporizhyayê ji sedî 66,43 û li Xersonê jî ji sedî 63,43 ye.

Tê hêvîkirin ku encamên hilbijartinê yên ku Emrîqa û hin welatên Ewropayê ragihandibûn ku ew vê referandumê nas nakin, îro danê êvarê bên eşkerekirin. Luhansk, Donetsk, Zaporizhia û Kherson ji sedî 15ê axa Ukraynayê pêk tînin.

Çend demjimêr beriya bidawîbûna hilbijartinan, ajansa RIA ya Rûsî ragihand, ku li gorî encamên destpêkê yên referandumê, her çar herêm bi tundî piştevaniya beşdarbûna Rûsyayê dikin.

Serokê Rûsyayê Pûtîn dema ket roja dawî ya referandûmê got ku Rûsya dixwaze li çar herêmên Ukraynayê yên di bin kontrola Moskovayê de "xelkê xilas bike". Serokê Rûsyayê got, "Rizgarkirina xelkê li herêmên ku ev referandûm lê hat kirin, bala tevahiya civaka me û tevahiya welêt e." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir