• DOLAR 32.218
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2503.93
  • ...
Li Efxanistan'ê êrîş li mizgeftê hat kirin: Yek jê 'alim pir kesan jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zebîhullah Mucahîd'ê Berdevkê Emîrtîya Îslam'ê ya Efxanistan'ê ragihand ku, Mewlana Mucîbur Rahman'ê ku 'alimekî mezin ê welat bû di encama êrîşa di limêja Înê de şehîd bû.

Mucahîd xemgîniya xwe ya ji ber şehadeta Mucibur Rahman anî ziman û got ku kesên li pişt bûyerê ne wê bên cezakirin.

Rayedaran diyar kirin ku di encama teqînê de nêzî 20 kes jiyana xwe ji dest dan e, ji 20'an zêdetir kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir