• DOLAR 32.855
  • EURO 35.256
  • ALTIN 2449.468
  • ...
Li Efxenistanê ji ber lehîyê 57 kesan canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li wîlayeta Xora Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di roja Înê de baraneke dijwar barîya, di encama baranê de lehî pêk hat, herî kêm 50 kesan canê xwe ji dest dan, 10 kes jî winda bûn.

Di daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku di encama lehîyê de 2 hezar û 500 dikan, 2 hezar jî xanî tev de 4 hezar û 500 avahî bi temamî xera bûn, 4 hezar xanî jî zerarê dîtin.

Di encama lehîya ku bi hezaran heywan telef bûn de, ji 50 zêdetir wesayît jî xesarê dîtin. Hat îfadekirin ku bi sedan donim û hektar erdên çandinîyê jî zerarê dîtin û hinek pir jî hilweşîyan.

Hat hînbûn ku ji ber lehîyê rêyên ku herêmên Xor-Kabîl û Xor-Heratê bi hev re girê didin jî hatine girtin.

Di encama lehîya ku li Faryabê pêk hat de 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Rayedarên mehellî îfadekirin ku li wîlayeta Faryaba bakurê Efxenistanê jî lehî pêk hat û di encama lehîya li wê derê de jî 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Berdevkê Walîya Faryabê Îsmetullah Moradî destnîşan kir ku lehî bû sedema zayîdên meddî yên mezin.

Hat îfadekirin ku tê texmînkirin hejmarê mirîyan zêde jî bibe. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir