• DOLAR 32.28
  • EURO 35.037
  • ALTIN 2473.235
  • ...
Êrîş li de'wetê hat kirin: 1 mirî, 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên hat bidestxistin S.K. û 3 birayên wî, bi demence û tivingan êrîşî de'weta ku li gund hatibû danîn kirin û gulle li dijminên xwe yên li wir bûn berdan.

Kesên ku beşdarî de'wetê bûbûn ji ber dengên demenceyan bi tirs û qurfan dest bi revê kirin, S. A. (56), M. A. (44), G. A. (32), R. A. (26) û G. A. (9) di encama gulle ketinê de birîndar bûn.

R.Ayê ku ji birîndarên ku hatibû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Başan'ê bû tevî temamê midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.

Birîndarên din jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdir'ê hatin tedawî kirin. Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.

Cenderme piştî şer li ketin û derketina gund, polîs ji li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Îdir'ê tedbîra ewlehiyê girtin.

Hat diyarkirin ku ji bo girtina êrîşkaran xebat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir