• DOLAR 32.27
  • EURO 34.911
  • ALTIN 2432.146
  • ...
Derbasbûyîna jinên îşxalker a bi cil û bergên nebaş ya li Mescîd'a Eqsayê, bû sebeba bertekan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şênîyên îşxalker ku bi piştgirîya rejîma sîyonîst a îşxalker li Mescîd'a Eqsa'yê heqaretî ji pîrozîyên Îslam'e re dikin, ji sergermîyên xwe re dewam dikin.

Êrîşên jinên şênîyên îşxalker û turîstên li cem wan a ku bi parastina sîyonîstên îşxalker bi nîv tazîbûnê dikevin Mescîd'a Eqsa'yê bû sebeba bertekan.

Şêx Îkrîme Sebrî

"Dîmenê ku tê dîtin lûtkeya hewldanên gemarî yên tehrîkkirina Mislimanan e"

Şêx Îkrîme Sebrî'yê ku ji yek Melleyên Mescîd'a Eqsa'yê ye bertekî bêhurmetîya şênîyên îşxalker a li ser pîrozîya û mahremîyeta Îslamê nîşan da.

Dîmenê ku tê dîtin lûtkeya hewldanên gemarî yên tehrîkkirina Mislimanan e. Dîmenên bi vî rengî ne li gorî ti mekanên îbadetê ne, lê hin kesên ku bi taybetî ji hêla rejîma îşxalker ve têne parastin dikarin li cîhek taybetî ya îbadetê wekî Mescid'a Eqsa dîmenek weha çêbikin. Em jî bêdengiya welatên Ereb û îslamê ku li ber vê zêdegavîya ku li îbadetxaneya ku cihê Îsra yê ya Pêxemberê me Hz. Muhemmed 'eleyhîsselame dilomînin.

Berpirsiyarê Quds'ê ya HAMAS'ê Muhemmed Hammade

Berpirsiyarê Quds'ê ya HAMAS'ê Muhemmed Hammade di heqê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got ku, "Hatina jinên şênîyên îşxalker ên rût û tazî li Mescîd'a Eqsa'yê qesda provakasyon û îxlalkirina mahremîyeta Mescîd'a Eqsa'yê ye." (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir