• DOLAR 32.2
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2504.794
  • ...
Li Manîsa'yê 7 'erebe li hev qelibîn: 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li derketina Tunela Sabuncubelîya rêbeja Îzmîr-Manîsa'yê de pêk hat. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, ajokarê tirekî di rêya ku ji ber baranên zêde şemîtokî bûbû de kontrola direksîyonê winda kir û li barîyeran ket.

Dû re 6 'erebeyên ku ji yek îstîqametê ve dihatin li tirê qelibîn. Di qezayê de 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ekîbên tendirustî, îtfaiye û polîsan hatin sewqkirin cihê bûyerê.

Rê ji ber qezayê demek ji trafîkê re hat girtin. Piştî ku 'erebe hatin rakirin rê ji trafîkê re vebû.

Derheqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir