• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Rejîma îşxalker li Xezzeyê êrîş li masîvanan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîteya Masîvanan ji ber êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst ku li Xezzeyê li masîvanan kir daxuyanî belav kir.

Komîte di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku îşxalkeran li bakura xezzeyê ê ku di navbera Sudanîya û El-Vaheyê de ye bi çekên otomatîk û bombeyên xazan  êrîş li masîvanên Filistînî kirin.

Rejîma îşxalker, heta niha di encamên êrîşên xwe yên li masîvanan kir de 42 masîvanan êsîr girt û 15 masîvan jî birîndar kir.

Xelqê Xezzeyê ji sedî 10ên wan îdareyên xwe bi masîvantîyê bi kar tînin. Ev şixula bi masîvantîyê ji bona wan gelek muhîm û baştir e. Lê îşxalkeran dem bi dem kelekên masîvanan dorpêç dikin û nahêlin ji xwe re bixebitin, bi çekên giran û bi bombeyên xazan êrîş jî li wan dikin. Di encama wan êrîşan de wan masîvanan jî an êsîr digrin an jî wan birîndar dikin û dest jî didin li ser masîyên wan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir