• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Du erebe li hev qelibîn: Mirîyek 9 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya ku di bin kontrola A.Y. de bû li ser rêya Tîre-Belevîyê erebeya ku di bin kontrola F.O. de bû serî bi serî qelibî.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil yek jê giran 10 kes birîndar bûn. Bi xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Kesên birîndar ên ku di nav erebeyê de asê mabûn ji teref ekîban ve hatin derxistin û dû re bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Tîreyê. Birîndara giran jî li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir