• DOLAR 32.198
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2455.311
  • ...
Li Edene'yê di encama gulebarana ku li otomobîlê hat kirin de kesek bi giranî birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor agahiyên hat bidestxistin ku li Mehela Narlica ya navçeya Seyhan'ê şifêrê ku hê navê wî nediyare wesayîta bi plaqeya 01 FFY 27'e diajot ku  ji teref kesên ku nasnameya wan nediyare ve êrîşa biçek lê hat kirin.

Di encama gulebaranê de Necatî Ersonmez'ê ku li cem şifêr rûdinişt ji serê xwe birîndar bû. Şifêr bi otomobîlê Ersonmez'î bir nexweşxaneyek xisusî. Necatî Ersonmez'ê ku rewşa wî ya tendirustî yê giran bû hat sewqkirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çukurovayê.

Di encama lêkolîna polîsan de li cama pêş û nêzî binbana otomobîlê de şûna guleyê hat tespîtkirin. Şifêrê otomobîlê ji bo lêpirsîne hat birin qereqola polîsan, ji bo girtina kesên êrîş pêk anîne operasyon hat destpêkirin. (ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir