• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Li Filipîn'ê di mezinahîya 7'an de erdhej: Mirî û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarên Hikumetê gotin ku, di erdheja bi lerza 7'an ku Girava Luzon'a Filipîn'e de çêbû de herî kêm 2 kes mirin û 30 kesan jî birîndar bûn.

Konseya Kêmkirina Rîskê Afetan û Birêvebirînê ya Neteweyî (KKRABN) teyîd kir kû li wilayeta Bengueta Filipîn'a Bakur de kesek miriye. Desthilatdarên herêmî jî ragihandin ku li wilayeta Benguet'ê de herî kêm 5 kesan jî birîndar bûn.

Walîyê wilayeta Abra'yê Jocelyn Bernos ragihand ku zilamekî 25 salî li bajaroka Bangued'ê ji ber ketine blokekî beton jiyana xwe ji dest da. Bernos got ku li erdhejê de herî kem 25 kes jî bi sivikî birîndar bûn.

Li gorî Enstituya Volkanolojî û Sîsmolojîya Filipîn'ê navenda erdhejê li herêma Tayûma Abra'yê ye û erdhej li gorî se'eta heremî di 08,43'yan de pêk hat.

Hat pîvandin ku mezinahiya erdhejê 7'e û di 17 kîlometre kûrahîyê de hat qeydkirin.

Lerzîn, di her derî girava Luzon'a wekî li Metro Manîlaya ku avahî dihejîyan û seferê trênê jî sekinîbû de hat hisîn.

Erdhej li gelek parêzgehên wekî Ilocos Sur, Pangasînan, Nueva Vîzcaya, Bulacan, Lagûna û Cavîte'yê jî hat hîskirin.

Di dema erdhejê de tevî Seraya Serokomariyê li gelek buroyan xebatkarên ketine panîkê ji avahiyan terk kirin.

Berdevkê Polîsê Herêmê ragihand ku li bajarên Abra û Vigan ên Ilocos Sûrê îxbarên xisar dîtina mal û avahiyan hatine.

Hat ragihandin ku erdheja ku li bajarê Vîganê yê ku bi mîmariya xwe ya Asyayî û mêtîngehê Spanî ya ku li peravên rojavayê Girava Luzon'ê navenda turîzmê tê naskirin, zirar da avahîyên dîrokî yên sedsalî.

Şaredariya La Paz'ê ya Abra'yê Joseph Bernos diyar kir ku ji ber erdhejê li eyaletê gelek mal, avahî û binesaziya betonê zirar dîtiye û her wiha li zanîngeha Abra'yê jî hin avahiyên xisar dîtine. Bernos di dewama daxuyaniya xwe de werê got, "Raporên zirarên mezin li parêzgeha me gihîştin min." (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir