• DOLAR 32.209
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2454.623
  • ...
Li Portekîzê ji ber pêla germ 1065 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li Portekîzê pêla germ hêj xwe tesîrdar dike.

Li welat ji pêla germ a ku dem bi dem derdikeve 40 dereceyî şewat derdikeve û ji ber vê şewatê jî bi sedan hektar ‘erd dibe wek xwelîyê. Niha 13 şewat berdewam dikin.

Li gorî daneyên Enstîtuya Atmosfer û Behra ya Portekîzê, pêla germ li welat di sewîyeya “rîska şewatê mezin e” de berdewam dike.

Wezareta Tenduristî ya Portekîzê jî daxuyand ku li welat ji ber pêla germ a ku xwe tesîrdar dike 1065 kes canê xwe ji dest dan.

Tê hêvîkirin ku ev pêla germ di rojên dê de xwe zêde bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir