• DOLAR 32.568
  • EURO 34.73
  • ALTIN 2413.463
  • ...
Berdevkê Îranî: Zîyareta Erdogan ya li Tehranê gelek mûhîm bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kenanî di dema nirxandina rojevê de, derheqê Bendava Sêalî ya Îran-Tirkîya-Rusya de, destnîşan kir ku Tehran di 19ê Tîrmehê de ji civîneke gelek mûhîm re xwedîtîyê kir û Komarîya Îslamî ya Îranê di alîyê dîplomasîyê de rojeke geş derbas kir.

Kenanî, destnîşan kir ku Îran ji bo pêkanîna îstiqrar û ewlehiyê li navçê û herwiha ji bo kûrkirina dostaniya di navbera welatên cîran û misilman de, rêbaza dîplomasiya pragmatîk û aqilane bikar tîne.

Kenanî, zîyareta Erdogan jî bi navê “gelek muhîm” wesifand, derheqê îmzekirina mitebeqeta Hevkarîya bi Dema Dirêj yê Vebigirtî ya Tirkîye-Îranê de jî, wî bi gotina vê yekê ku ev lihevkirin dikare di çarçoveya siyaseta cîrantiya baş û berjewendiya dualî de peywendiyên her du welatan bi pêş ve bibe û got: "Lihevkirina navborî dê di peywendiyên dualî yên Îran û Tirkiyê de pêngaveke mezin bide pêş."

Derheqê operasyona muhtemel a Tirkiyê li Sûriyê de jî weha got, “Îran di wê baweriyê de ye ku kiryara leşkerî dibe sedema gurbûna kirîza Sûriyê û aramî û ewlehiyê peyda nake.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir