• DOLAR 32.185
  • EURO 34.882
  • ALTIN 2491.82
  • ...
Weqfa Yetîman banga "Alîkariya Qurbanê" kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nûnerê Weqfa Êtîman ê Diyarbekirê Memduh Emek derbarê fealiyetên qurbanê de daxuyanî da. Emek di daxuyanîya xwe de ji bo xêrxwazan banga alîkariyê kir.

Memduh Emek diyar kir ku ew di sala 2022yan de bi hemû leza xwe xebatên xwe yên fedekariyê didomînin, Emek dûre wisa li daxuyanîya xwe zêde kir: "Hin xêrxwazên me digihîjin me û alîkariyê didin. Înşallah em ê şert û mercên munasib ji wan re ava bikin da ku qurbaniyên xwe bi rihetî bi rêbazên paqijî û îslamî ser jê bikin. Xwedê ji wan razî be. Di vê mijarê de em ji her kesî hestiyariyê hêvî dikin. Em wek Weqfa Êtîman bi îbadet û fealiyetên xwe yên navxweyî û biyanî em dibin navbeykar û wasita  da ku ji bi hezaran êtîm, sêwî û mexdûran alîkarî bê kirin.”

"Em ji bîr nekin ku bi hezaran sêwî û mexdur çavê wan li rê benda me û we ne"

Emek di dawîya daxuyanîya xwe de wiha got: "Xêrxwazên me yên ku dixwazin nêztirî Xwedê bibin dikarin bi me re têkilî deynin û beşdarî vê xêrê bibin. Xebatên me yên qurbanê îsal jî berdewam dike. Em ji bîr nekin ku çavên bi hezaran kesên sêwî û mexdur li rêya me ne û ew  benda me û we ne. Armanc û xebata me ew e ku em wek salên berê goşt ji malên bi hezaran sêwî û mexdûran re bişînin û bibin şirîkê sifreyên wan." (ÎLKHA)

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir