• DOLAR 32.194
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2504.978
  • ...
Li Haîtîyê 38 kes hatin revandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehu Changeuxyê Serokê Komeleya Şofêran, derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de got ku li bajarokeka ku 100 kîlometre nêzê Port-au-Prînceyêye du mînîbûsên ku diçûn alîyê Mîragoaneyê ji teref çeteyên bi çek ve hatin sekinandin.

Changeux, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku wan çeteyên bi çek 38 kesên ku di nav wan mînîbûsan de bûn revandin,

Hat destnîşankirin ku mesele tê lêgerînkirin.

Changeux, daxwaz kir ku dewlet, heta ku ewlehîyê cardin bike destê xwe bila kes di wê rê de neçe û neyê.

Di berdewama axavtin de hat dîyarkirin ku encax ev tedbîr kêm e lê ku ji bona rêyeke din bê dîtin xebat jî tê kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir