• DOLAR 32.209
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2454.623
  • ...
Li Rihayê di navbera du koman de pevçûn: 2 mirî û birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, malbatên Tuysuz û Gulel li nêzî Dadgeha Girê Sor bi hev dû re  minaqeşe kirin û dûre bi çekan pevçûn kirine lê hê jî sedema wê nayê zanîn.

Hat destnîşankirin ku Sadik Gul li cîhê pevçûnê canê xwe ji dest da, Kenan Tuysuz(18) û Remzî Tuysuz (26) jî li cîhê pevçûnê birîndar bûn.

Kesên birîndar bi  ambûlansan hatirin rakirin li Nexweşxaneya Dewleta Girê Sor.

Li nexweşxaneyê bi Remzî Tuysuz midexele hat kirin, lê ew digel tamamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku ekîbên polês li cîhê pevçûnê tedbîrên ewlehîyê girtine û ji bona wan kesên ku beşdarê pevçûnê bûne bên qefaltin jî xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

Derheqê meselê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir