• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji Wezîrtîya Edaletê ya Tirkîyê re Bekîr Bozdag hat tayînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî qirara ku di Rojnameya Fermî de hatîye weşandin, îstîfa Abdulhamît Gul hatîye qebûlkirin û di cîhê wî de Berkîr Bozdagê Mebûsê Yozgatê û Serokê Komîsyona Makeqanûna Meclîsê ye hat tayînkirin.

Qirara ku derheqê tayînkirinê de hatîye dayîn, bi îmzeya Serokkomar Erdogan ve di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Tayînkirin, li gorî maddeyên makeqanûna 104 û 106an hatîye çêkirin.

Abdulhamît Gulê Wezîrê Edaletê yê  berê yê Tirkîyê derheqê meselê de di medyaya xwe yê civakî de nivîsek belav kir û weha got, “Min dev  ji wezîfeya xwe yê ku di 19ê Tirmehê ya sala 2017an de ji teref Serokkomarê me ve hatibûm wezîfedarkirin  berda. Ez ji Serokkomarê me re ji bona ku daxwazîya min a efûbûnê qebûl kirîye teşekur dikim û ji Bekîr Bozdagê Wezîrê Edaletê me yê nû re jî serfirazîyê daxwaz dikim.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir