• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Esnaf ji zêdebûna fîyeta ceryanê şikayetkar e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dikandaran ragihandin ku ji destheqê kêmtirînê re ji sedî 50 zem hat lê ji fîyetên tiştên esasî re jî gelek zem hat û wî zema ku ji destheqê kêmtirînê re hatîye di nav zemên dinê de helîyaye.

Ji hêla 1ê Çileya sala 2022yan tarîfa ceryanê ya ku li alîyekî tenê ye hat rakirin û ji cîhê wî re tarîfa ceryanê ya bi piledar hat sazkirin. Li gorî vê tarîfê mala ku di nav mehekî de 150 kîlowat ceryanê xerc bike ew ê li gorî tarîfeya kêm bê hesibandin, lê ji 150î kîlowatê zêdetir jî xerc bike ew ê li gorî tarîfeya bilind bê hesibandin û wisakî bê dayîn.

Bi dest pê kirina vê tarîfeyê, zema ku ji sedî 125 li kargeh û senayîya giran hatîye kirin jî him esnaf û him jî xelqê bi şeklekî ciddî tesîr dike. Bi vê tetbîqa nû di fatoreyên vê mehê de ji malan re ji sedî 100, ji kargehan re jî ji sedî 150 zêdebûnî çêbû.

Esnaf jî derheqê vê meselê de nirxandinên xwe anîn li ser ziman û weha gotin:

“Pirsgirêkê me ya welatîyan derda îdarê ye”

Mesut Akbulutê ku çend sale seatvanîyê dike derheqê zeman de axavtinek kir û weha got, “Ji dikana min re daîma 600 TL fatora ceryanê dihat, lê vê mehê fatora min hezar û 300 TL hat. Ev ferq ferqekî ciddî ye. Em li welatên dinê dinhêrin ku fatora wan jî hezar EURO tê, lê dewleta wan nîvê perê wan dîsa dide wan. Li welatê me tiştekî wisa tineye. Niha li welatê me îdare pirsgirêkekî mezine. Îdareya mirovekî yê bi desheqê kêmtirînê gelek zor e. Daxwazîyekî min tenê heye ku ew jî ew e; bila ji min re mîsalekî tenê nîşan bidin ku mirovek îdareya xwe dikarê bi desheqê kêmtirînê dike?. Bila ji min re lîsteyekî ev ê mirovekî tenê yê ku di nav de kirê, fatore û tiştên wî yên dinê hene derxin. Wî mirovê ku bi destheqê kêmtirînê dikare îdara xwe bike, ez ê jî bibêjin erê walle bi vê meaşê îdare tê kirin.”

“Em ji fatora şîkayetkar in, nikarin îdara dikanên xwe bikin”

Ahmet Saldizê ku patîleforşîyê dike jî derheqê meselê de axavtinek kir û weha got, “Meha berê me ceryanê ku 4 hezar û 500 kîlowate şixulandîye. Ji wî şixulandina min re 5 hezar û 500 TL fatore hatibû. Vê mehê jî min 3 hezar û 500 kîlowat şixuland û fatora min 7 hezar û 500 TL hat. Bi normalî ez dikana xwe di 12ê êvarê de digrim. Ji ber vê, min hêvî dikir ku ew ê fatora min li gorî meha berê kêm bihata, lê min dît ku fatora min ji meha berê jî zêdetir hatîye. Bi rastî jî em ji van fatora şîkayetkar in. Em hê nikarin îdara dikanên xwe bikin. Dikana min hê mesrefê xwe dernaxe.”

“Min 3 meh berê dikana xwe vekir wisa xuya dike ku ez ê dikana xwe bigrim”

Saldiz li axavtina xwe weha zêde kir, “Fîyetên arvanê ji 260 TLyî derket 450-500 TLyê. Fatora erdxazê gelek zêde bû. Xeyn ji wan tiştan, heqê avê tenê sabît ma. Destheqê kêmtirînê zêde bû. Me berê nanekî bi 3,50 TLyê difiroşt, lê me 50 quriş zem kir û nan bû 4 TL. Encex zemên ku ji fatoreyan re hatîye, ji sedî 125 e. Ev rewşa hanê me gelek bi xirabî tesîr dike. Hê 3 mehe min dikanê vekir lê wisa xanê dike ku ezê dikanê bigrim.”

“Ez 55 salî me, min di ‘emrê xwe de zemekî wisa nedît”

Mirovekî yê ku dikana wî yê Kokoreçê heye û navê xwe neda jî derheqê meselê de fikr û ramanên xwe got, “Bi rastî jî em ji wan fatoreyan şîkayetkar in. Fatoreyên ku ji me re tênê gelek zêde tên. Esnaf malîyetên xwe nikarin derxînin, encax ew bişxulin û heqê fatoreyan tenê bidin. Em ji rayedaran daxwaz dikin û rica dikin ku bila fatora sabît bikin. Min di ‘emrê xwe de zemekî yê ku ji sedî 125 hatîye kirin nedît. Ez 55 salî me, min di ‘emrê xwe de zemekî wisa nedît. Em di rewşekî gelek zehmet da ne. Bila rayedaran ji me re alîkarî bikin. Ji her tiştî re zem dikin, bahabûna jîyanê serê xwe girtîye û diçe. Dikan vingî valane. Bila ji fatoreyên ceryanê re çareserîkî bidînin. Daxwazîyekî me yê dinê tuneye. Bila ew  ji esnafan re tenê na, bila ji hemû xelqê re alîkarî bibin.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir