• DOLAR 32.245
  • EURO 35.069
  • ALTIN 2506.216
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PAR: Divê  tedawîya nexwşîya SMAyê ji teref dewletê ve bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de derheqê zama ku li maaşê memûran û kesên teqawidbûyî hat kirin, enflasyon û kesên ku bi nexweşîya SMAyê ketine de nirxandina kir.

“Di warê xurek û erzaqê de zêdebûna enflasyonê, tesîreke mezin û menfî li ser welatîyan, nexasim jî li ser kesên feqîr û jar kir”

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de destnîşan kir: Di sala 2020î de ji bo enflasyonê reqemek hatibû hedefkirin, lê belê enflasyon weke ku dihat hedefkirin çênebû û derket ji sedî 14.6an.” Saglam dû re wiha got: “ Enflasyona xurekê ya ji sedî 21, bû sedema sereke ku ev reqema enflasyonê derkeve holê. Di warê xurek û erzaqê de zêdebûna enflasyonê, tesîreke mezin û menfî li ser welatîyan nexasim jî li ser kesên feqîr û jar kir. Di roja ewil a sala nû de heqê ceyran, xaz, derbasbûna ji piran hat zêdekirin ku ev yek bû sedem ku welatî ji destheqê kêmtirîn tu xêrê nebînin. Zamên ku di sê salên dawî de li xaz û ceyranê tên kirin ne li gor enflasyonê tên kirin ku ev yek darbeyeke mezin û giran li welatîyên feqîr,hilberîn û sanayîyê da.”

“Divê li gorî hêvî û daxwaz raya giştî bê hereketkirin û ji bo aborî ji bin tesîra faîz û dowîzan xelas bibe xebatên lazim bên kirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê zam li gorî enflasyona xurekê bê kirin û dû re wiha got: “Ji ber ku şert û mercên jiyanê giran û dijwar bûne welatî gelek zêde zehmetîyê dikşînin. Ji bo zirara ku di îqtîsadê de derketine holê, bên safîkirin û ji holê bên rakirin pêwîst e xebatên lazim bên kirin. Divê zirara wan kes û komêm ku ji ber aborîyê zirar dîtine bê safîkirin û ji wan re alîkarî bê kirin. Divê li gorî hêvî û daxwaz raya giştî bê hereketkirin û ji bo aborî ji bin tesîra faîz û dowîzan xelas bibe xebatên lazim bên kirin. Dewa ku zam li maaşê memûr û kesên teqawîdbûyî hat kirin zêdebûna enflasyona  di xurek û erzaqê de li ber çavan bê girtin da ku tu kes mexdûr nebe.

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de balan kişand li ser mexdûrîyeta kesên ku bi nexweşîya SMAyê ketine û destnîşan kir: “ Divê  tedawîya wan kesên ku bi nexweşîya SMAyê ketine ji teref dewletê bi xwe ve bê kirin. Ev yek pêdivîya bûyîna dewleta civakî ye. Divê Wezareta Tenduristîyê demildest dest bavêje vê meselê.”



Bu haberler de ilginizi çekebilir