• DOLAR 32.27
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2458.338
  • ...
Mesrûr Barzanî:“Pirsgirêkên Kurdistan û Bexdayê ne tenê mûçe û budce ye”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xweşhaliya xwe bi sardana Serokwezîrê Iraqê şanda pê re nîşan da û bi amajeyeke erênî ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de bi nav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, ne tenê mûçe û budce ye û got: “Hêvîdar in hemû pirsgirêkên mayî di demeke nêzîk de bi awayekî bingehîn li gor destûrê bêne çareserkirin.Mûçeyên fermanberan, li Herêmê be yan li her navçeyeke din a Iraqê, mafekî rewa ya xelkê ye û divê tekelî pirsgirêkên siyasî neyê kirin.”

Barzanî tekezî li wê kir ku Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî rûbirûyî çendîn astengî û qeyranên darayî û rewşa ne libar a tendirustiyê bûne, ji ber wê em amadehiya xwe bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan derdibirînin, bi awayekî ku di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de  tekezî li girîngiya çareserkirina pirsgirêkên budce, petrol, navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê û maf û destkeftên destûrî yên Pêşmerge kir. Bi taybetî aktîvkirina mîkanîzma hevahengiya ewlehiya hevbeş a di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê kir, ji bo rûbirûbûna gefên teroristên DAIŞê.

Serokwezîrê Iraqê jî got: “Serkeftina herbeşeke Iraqê, serkeftina ji bo hemû Iraqê ye û ez geşbîn im ku bi hevkarî û hevahengiya di navbera hemû pêkhate û beşên Iraqê de, dikarin bi ser astengiyan bikevin û niha derfet û têgihîştineke nû ya baş heye ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir