• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Helepçê êrîş li buroya PDKê kirin û avahîyên şaredarî û qeymeqamtîyê şewitandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer doh derdora wextên êvarî de pêk hat.

Serokê Şaredarîya Helepçê Kwestan Ekrem derbarê êrîşa ku hatiye kirin de ji K24 re daxuyanîyek da.

Ekrem di daxuyanîya ku da de destnîşan kir di encama şewata ku derket de arşîva 30 salane ya welatîyan û xebatkarên şaredarîyê şewitîn û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi êrîşan heq nikare bê telebkirin. Em daxwaz dikin ku welatî maf û heqên xwe bi rêyên meşrû teleb bikin.”

Ekrem di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir destên kesên provakator di pey vê êrîşê de heye.

Midûrtîya Trafîkê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir “Komek kesên provakator ên ku xwe wek xwepêşandêr didin nasîn êrîşî avahîya me kirin û avahîya me şewitandin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir