• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
SON DAKİKA
Dîwana Serokatîyê ya HUDA PARê civîya
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARa ku bi şîara “Siyaseta Dirist û Edaleta Rastî” dest bi siyasetê kir û di siyaseta herêma Kurdistanê û li Tirkîyê deng veda û balan kişand li ser xwe, civîna Dîwana Serokatîyê tertîp kir.

Civîn li avahîya Navenda Giştî ya li Enqerê di serokatîya Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam de hat tertîpkirin.

Di civîna ku hat lidarxistin de Saglam nirxandinan kir û stratejîya wan a di siyasetê de di bîran xist û dû re  xalên di rojevê de nirxand.

Di berdewama civînê de Saglam ji endamên lijneyê fealîyetên ku tên kirin guhdar kir û qala tiştên ku divê di pêvajoya Coronavîrisê de bên kirin kir.

Cîvin bi mijara kongeraya ku dê di meha îlonê de bê tertîpkirin bi dawî bû.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir