• DOLAR 32.198
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2511.959
  • ...
Rejîma îşxalê ya siyonîstan li Şerîaya Rojava 2 parlementerên Filistînî desteser kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zilm û zordarîya siyonîstên îşxalker berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonîstên îşxalker êrîş birin li ser parlementerên Filistînî yên bi navê Nayif er-Recub û Hatem Kufeyşe û wanan desteser kirin.

Derbarê mijarê de ji teref Kuluba Êsîrên Filistînî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Parlementer Hatem Kufeyşe piştî ku ji ser desteserkirinê çend seat derbas bû re hat berdan.

Her wisa tê diyarkirin siyonîstên îşxalker li Kalkîlyayê  jî êrîş birin li ser malên Filistînîyan û 3 xortên Filistînî desteser kirin û li kampa penaberan a bi navê “Ed-Dehîşe”yê jî Ehmed Yusufê 35 salî desteser kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir