• DOLAR 32.226
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 18 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fahrettîn Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 18 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, di 3 rojên dawî de li 71 bajaran hejmara pêketîyan kêm bû û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hûn dikarin bi hûrgilî geşedanên dawî yên Coronavîrusê li ser malpera http://covid19.saglik.gov.tr yê bişopînin.”

Li gorî daxuyanîya Wezîr Koca, di 24 seatên dawî de 42 hezar û 846  test hatin kirin û di encama van testan de bi 928 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 221 hezar û 500 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir