• DOLAR 32.27
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2457.366
  • ...
Li Êlihê 300 donim erdê fistiqan şewitî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şewat li gundê Bedaya girêdayê navenda Êlihê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav erdê ku aîdî Suad Ekîncî bû de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Di demeke kurt de  agir temamê erd da ber xwe.

Gundîyên ku şewatê dîtin xeber dan îtfaîyê. Piştî mudaxeleya ku bi seatan berdewam kir re şewat hat xistin bin kontrolê.

Ji ber şewata ku derket 300 donim erdê ku lê fistiq hatibû danîn şewitî.

Suad Ekîncîyê ku xwedîyê erdê fistiqan e destnîşan kir, ji ber şewata ku derket zirara wî nêzî 2 milyonan zirar kiriye.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir