• DOLAR 32.286
  • EURO 34.9
  • ALTIN 2434.929
  • ...
Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 78 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezar û 938 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 124 hezar û 375 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Ji 30yê adarê vir ve cara ewil hejmara kesên pêketî daket bin 2 hezarî. Hejmara nexweşên me yên ku baş bûn ên nû ji vê hejmara 2 qet û nîv zêdetir e.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir