• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Kanadayê cara ewil ji hoparlorê azan hat xwendin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rayedarên bajara Torontoyê cara ewil destûr dan ku azana şerîf a ku ji bo nimêjê pê bang li Mislimanan dike ji hoparlorê bê xwendin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê azan heta ku Remezan xelas bibe li bajarên mîna Edmonton, Ottawa û Hamiltonê jî ji hoparlorê bê xwendin.

Aljah Abubakarê Melayê Mizgefta Omer bîn Hattab di daxuyanîya ku da endamên çapemenîyê de destnîşan kir, yekîtî ji bo Mislimanan pir muhîm e û Îslam dîneke bi aram û hizûr e.

Ehlê camîyên ku lê azana şerîf ji hoparlorê tê xwendin destnîşan dikin ev yek ji bo wan pir muhîm e û ew bi vê yekê gelek zêde kêfxweş û şad dibin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir