• DOLAR 32.226
  • EURO 34.777
  • ALTIN 2453.676
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam beşdarî şîna kesên ku di bin şapeyê de man bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Saglam bi dorê çû tazîyeyên li gundên Alacayar, Cemîk û dû re derbasî Taxa Karşiyakaya Wanê bû û beşdarî şîna Mehmet Emîn Kurtê Serokê Navçeya Îpekyoluyê yê Saadet Partîsî bû.Saglam di şînan de sersaxîyên xwe ji bo nasên kesên ku canê xwe ji dest dane anî zimên. Saglam piştî tazîyê derbasî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê ya Wanê bû û wan kesên ku di şapeyê de birîndar bûbûn ziyaret kir.

“Em îro bûn şahid ku ji bo canekî di bin berfê de bê rizgarkirin 41 kes canê xwe di bin berfê de ji dest dan”

Saglam piştî ziyareta ku kir re nirxandinek kir. Saglam di nirxandina ku kir de destnîşan kir, di dîrokê medeniyet bi bertekên ku nîşanî felaketan didin tên bîranîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me di erdheja li Xarpêtê û vê felaketê de dît ku hemd ji Xwedê re medenîyeta me medîneyeteke bi qewî ye. Ji deqîqeya ewil a bûyerê pêve însanê me canê xwe avêt xeterê û ji bo însanan rizgar bike çû cihê bûyerê. Em îro bûn şahid ku ji bo canekî di bin berfê de bê rizgarkirin 41 kes canê xwe di bin berfê de ji dest dan.Rebbê min tiştên ku kişandine bixe kefaret ji wan re.”

“Em millet û medenîyeteke wisa ne ku ji bo alîkarîya musîbetzade û afedzedeyan hewl didin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir dema ku afed û musîbetekê de Kurd, Tirk û Ereb ferq nake hemû kes hewl dide ji bo musîbetzede û afedzedeyan alîkarî bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev yek dibe ku ji bo çavkanîya tesellîyê be. Ez ji Xwedê ji bo wan keêsn ku di şapeyê de canê xwe ji dest dane rehmetê teleb dikim û ji bo birîndaran jî şifayê teleb dikim. Ez hêvî dikim 2 welatîyên ku di bin şapeyê de mane bi selametî bên rizgarkirin. Dil diwast ku bûyereke wisa neqewime û însanên me canê xwe ji dest nedabana. Înşallah însan ji vê yekê ders û ibret bigirin û tedbîran bistînin.”(ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir