• DOLAR 32.2
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2509.823
  • ...
2 malbatên din jî beşdarî nobeda ewladan a li ber Avahîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine şandin serê çiyê di 3yê Îlona sala 2019an de li ber Avahîya Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê çalakî dan destpêkirin û ji bo zarokên xwe dest bi nobedê kirin.Îro 2 malbatên din jî beşdarî nobedê bûn û hejmara malbatan derket 83 kesan.

Nazîme Arslanê ku qîza wê hatiye revandin destnîşan kir ew ji bo qîza xwe Xetîce çûye Avahîya Bajara Colemêrgê ya HDPê, lê belê HDPyîyan heqaret lê kirine.

Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir qîza wê xwendekara lîseyê bû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Qîza min piştî ku çû mektebê nema hat malê.Ez çûm ewlehîyê û min pirsa wê kir. Ji me re gotin ku qîza te winda bû ye. Dû re ez çûm Avahîya Bajara Colemêrgê ya HDPê  û min pirsa qîza xwe ji wan kir. Wan jî ji min re gotin ku ‘zivistan e , kî dizane qîza te çûye kû derê.Dûrî me be. Bela xwe li me nede.’ Ji min re van tiştan gotin.”

“PKKyîyan ji min re gotin ku navê qîza te di lîstê de ye”

Arslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir berî vê 2 salan zilamê wê dema ku şivantî dikir ji teref PKKyîyan ve hat kuştin û dû re wiha got: “Di ser re çend roj derbas bûn, li Kerkukê ez çûm kampekê. Ên li wê derê ji min re gotin ku navê qîza te di lîstê de ye, lê ew wê nedîtine. Ev bû 3 sal ku qîza min di nav PKKê de ye. Ez li vê derê qîza xwe ji HDPyîyan dixwazim.”

Arslana ku di berdewama axavtina xwe de bang li qîza xwe kir wisa axivî: “Qîza min ew xaîn in. Him bavê te kuştin û te jî bi zorê li ba xwe digirin. Tu hevalên xwe birevin û werin mala xwe.”

“Qîza min, min berîya te kir, ger tu dengê min dibihîze bireve were malê”

Hamrî Turana ku ji bo qîza xwe ji Colemêrgê hat destnîşan kir heta ku ew qîza xwe nestîne dê neçî tu derî û dû re wiha got: “Ez ji Colemêrgê têm. HDPê qîza min Aysela 17 salî  revand. Min pir berîya qîza xwe kir. Qîza min tu di rêyeke xelet de yî, min pir berîya te kir. Ger tu dengê min dibihîze bireve were malê. HDP heta ku qîza min neyê ez naçim malê.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir