• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
SON DAKİKA
Ji Cemaata Hîzbullah derheqê Qudsê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Buroya Çapemenîyê ya Cemaata Hîzbullah ve derheqê plana îşxalê ya Serokê Amerîka Donald Trump de daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin.Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ji bo azadîya Qudsê hemû kes wezîfeya ku dikeve li ser milên wan bi cî bînin.

Di destpêka daxuyanîyê de Sûreya Tewbê Ayeta 41emîn “Ey ew kesên Mumîn! Gerek bi şikleke sivik gerek jî bi şiklekî giran bi mal û canên xwe di rêya Xwedê de cîhad bikin. Ger hûn vê yekê bizanibin ev yek ji bo we bixêrtir e.” di bîran hat xistin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin:

Emperyalîst ev bû zêdetirî 100 salî ji bo dewleteke siyonîstan a ku paytexta wê Qudsê be bê damezrandin û Mescîda Eqsa bi temametî ji destên Mislimanan bê derxistin projeyên xwe gav bi gav tetbîq dikin. Serokê Amerîkaya şeytanê mezin di 28ê Çileya sala 2020î de projeya îxanetê ya sedsalê daxuyand. Em hêvî dikin, bi iznillah ew ê ev projeya îxanetê bibe wesîle ku Misliman di warê Qudsê de werin ser hişê xwe û bi hessastir bibin.  Dibe ku Xweda tu mazeretan ji Mislimanan re nahêle û planên kafiran bi zimanên wan dide deşîfrekirin. Îdarevanên Misliman, hareketên Îslamî, şexsîyetê xwedî bandor û temamê ferdên Misliman li gorî şert û mercên xwe bi hev re ji bo planên şeytanî yên kafirên emperyalîstên siyonîst bên xerakirin pêwîst e wezîfeya ku dikeve li ser milên wan bi cî bînin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin “Di wextên cûda de bi minasebetên cûda me berî niha çend caran beyan kiribû û niha em cardin beyan dikin: Em wek Cemaata Hîzbullah jio bo azadîya Qudsê û ji bo emperyalîstên siyonîst ji erdnigarîya Îslamê bên derxistin em digel temamê îmkanên xwe amade ne ku tiştên ji destên me bê bikin û ji bo vê yekê jî em li her derî û di her wextî de jî amada ne.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir