• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
SON DAKİKA
Kerwana Umudê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xebatên alîkarîyê yên Kerwana Umudê ya Mêrdînê ya ku bi xebatên dike dengê xwe li derdorê daye hesandin, bênavber berdewam dikin.

Temsîlkarê Kerwana Umudê yê Mêrdînê Fatîh Akman derbarê xebatên alîkarîyê yên ku di meha kanûnê de hatin kirin de daxuyanîyek da.

Akman di daxuyanîya xwe ya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir ew xebatên xwe yên alîkarîyê didomînin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Me di meha kanûnê de di warê cil û bergan, goştê sor û pereyan de alîkarî kir. Di bergeha xebatên alîkarîyê de me ji 29 malbatan re alîkarîya erzaqê, ji 75 malbatan re alîkarîya cil û bergan, ji 75 malbatan re alîkarîya goştê sor û ji 4 malbatan re jî alîkarîya naqdî belav kir. Bi izna Xwedê ew ê ev xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin. Em van xebatên xwe bi saxiya xêrxwazan dikin. Em di vî warî de bes navbeynkar in."

Akman di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ji ber demsala zivistanê ew xebateke nû dane destpêkirin û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Em di zivistanê de ne û hewa sar û dijwar e. Hinek birayên me hene ku di vê sir û seqemê de di mala wan de xalî û sobe tune ye. Ji ber vê yekê me xebateke nû da destpêkirin û em vê xebatê bi wesîleya we didin eşkerekirin. Navê kampanyaya me “Bila Birayên We Nequfilin” e. Em dixwazin alîkarîya sobe, cil û berg û êzing û komurê ji kesên feqîr re bikin.Ji ber vê yekê em li benda alîkarîya xêrxwazan in.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir