Îran bo ardûya nukleer dest bi xebatan kir
Îran li kompleksên hilberîna ardûya nukleer a Îsfahanê dest bi hilberîna UF6an kir.
Hat ragihandin, Îran li kompleksên hilberîna ardûya nukleer a Îsfahanê dest bi hilberîna UF6an a ji "Toza Zer" kir.
Piştî ku 9 salan li yek ji wan kompleksên hilberîna nukleer a li Îsfahanê ji "toza zer" dest bi hilberîna UF6 hat kirin û ji tesîsên hilberînê heta niha bermîlek "toza zer" hatiye derxistin.
Di daxuyanîya ku derbarê mijarê hat belavkirin de hat destnîşankirin heftîya borî piştî ku ji teref Rêberê Înqilaba Îslamî Ayetullah Hamaneî ferman hat dayîn re li tesîsan ji teref Enerjîya Atomê ya Îranê ve dest bi xizmetê hatiye kirin.(ÎLKHA)