Walîtî derbarê personelê nexweşxanê yê ku wek mirî hat dîtin de daxuyanî da
Walîtîya Agirîyê derbarê personelê nexweşxanê yê ku doh wek mirî hat dîtin de daxuyanî da.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Agirîyê ve derbarê Feyzî Ertîkê ku doh wek mirî hat dîtin de hat dayîn de hat destnîşan kirin Ertîk întîhar kiriye.
Walîtî xeberên ku derbarê Ertîk de doh di çapemenîyê de derketin tekzîp kir û derbarê mijarê de ji teref Walîtîyê ve hat diyarkirin ku Ertîk ji teref PKKê ve nehatiye înfazkirin û di encama lêkolînên ku hatine kirin de hat tespîtkirin ku Ertîk întîhar kiriye.(ÎLKHA)