• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Keda salekê ya cotkaran bi teyroka ku barîya heba bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çarşama borî piştî barana ku li Erxanî û gundên wê barîya nêzî 10 deqîqeyan şûna xwe hişt ji teyrokê re. Bi teyroka ku bes 10 deqîqe barîya keda salekê ya cotkaran heba kir û zirareke mezin da wan.

Yek ji wan kesên ku ji ber teyrokê mexdûr bûne ehlê Gundê Dîwana Jêr in. Teyroka ku li gund barîya zirar da 10 hezar donim erd zirar dît û keda salekê ya cotkaran heba bû.

Ji şênîyên gund Lutfu Kanat derbarê mijarê de diyar kir ew cara ewil ji tiştekî wisa dibe şahid  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Li gundê me ji ber teyroka ku barîya zêdetirî 400 hezar lîre zirar derket holê. Bes 300 donim erdê min  ên çandî zirar dîtin. Niha teqrîben 150 hezar lîre zirara min heye. Emrê 68 e û cara ewil li rasta tiştekî wisa têm. Hema hemû tişt di naveyna 10 deqîqeyan de qewimî. Darên me yên fêkî jî zirar dîtine. Li gundên derdorê jî zirar mezin e. Em nizanin çi bikin. Nêzî 20 kulfetê me heye, 5-6 xwendekarên me yên ku zanîngehê dixwînin hene. Mixtarê me bo zirarê me bê tedarikkirin dê serî li qeymeqamtîyê bide. Ez ji vê derê bang li rayedaran dikim, ji me re bibin alîkarî, zirara me gelek mezin e."(ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir