• DOLAR 32.268
  • EURO 34.797
  • ALTIN 2393.516
  • ...
"Bi perwerdehîya zimanê zikmakî welat dabeş nabe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aydin Gokê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Êlihê yê ku HUDA PAR piştgirîyê didiyê di vekirina lokala hilbijartinê ya navendî de axavtinek kir. Gok di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser meseleya Kurd û destnîşan kir bi zimanê zikmakî welat xera nabe û hilnewaşe.

Li Êlihê lokala hilbijartina ya bo Aydin Gokê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Êlihê yê ku HUDA PAR piştgirîyê didiyê hat vekirin. Arîkarên Serokê Giştî, Endamên GÎKê, Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê û gelek welatî beşdarî bernameya vekirina lokala hilbijartinê bûn.

 "Bi perwerdehîya zimanê zikmakî dabeş nabe"   

Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Êlihê Aydin Gok di bernameya vekirina lokalê de axavtinek kir û derbarê mijarê de di rojevê de nirxandinan kir. Gok di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser maf û heqên Kurdan û wiha got: " Meseleya Kurdan encax bi yekîtî û digelhevîyê bê çareserkirin. Ger hûn bibêjin birayê me yê/a Tirk xwedîyê çi mafî be bila bi heman awayî Kurd û Ereb jî bibin xwedîyê wan mafan dê mesele ji xwe me re çareser bibe. Werin em bi perwerdehîya bi zimanê zikmakî dest vê yekê bikin û bo vê meselê bibêjin Bismillah. Em wê Kurdîya ku ji teref 10-15 miyon welatîyên me  ve tê axavtin wek heq bidin wan. Bi perwerdehîya zimanê zikmakî dabeş nabe û dê qiyamet jî ji ber vê yekê ranebeç Ew ê ev yek dê însanan bi hev ve girê bide."(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir