• DOLAR 32.352
  • EURO 34.738
  • ALTIN 2394.78
  • ...
Civîna me bo azadîya Qudsê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku Quds ji teref Amerîkayê emperyalîst ve wek paytexta sîyonîstên îşxalker hat îlankirin re îro li Diyarbekirê ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve bi beşdarbûna gelek alimên herêmê paneleke bi navê "Quds û Mesûlîyeta Me" tê tertîpkirin.Bernameya bi navê "Quds û Mesûlîyeta Me" di seat 10.00an de bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir û ew ê hetanî seat 16.00an berdewam bike.

Di destpêka civînê de ji teref Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan Mela Enver Kiliçarslan ve axavtinek hat kirin. Mela Enver di destpêka axavtina xwe de qala ehemîyet û girîngîya Qudsê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "

 "Divê em Qudsê bi çavekî girî û bi dilekî şewat ji xwe re bikin derd"

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev civîna ku îro tê kirin bo Qudsê ye û heta ku wehdet tesîs nebe Quds dê azad nebe û dû re axavtina xwe wiha domand: "Îro Quds di destên cihûyan de êsîr e. Xweda Teala dibêje 'Heta ku hûn tabiê cihû û xirîstîyanan nebin ew ji we razî nabin.'  Cihû Hz. Îsa xeyrî meşrû û xiristîyan jî wî wek îlahekî qebûl dikin. Hetanî ku wehdet tesîs nebe em jî Quds jî azad nabe.Xuşkên me yên Filistînî bi keviran bersivê didin çekan. Filistînî ji cihûyan zêdetir in, lê belê li derveyî welatê xwe muhacir in. Gelo em ne mesûl in? Gelo îro naskirîyekî/ê me di hepsên îsraîl de bana em ê wisa rihet bana?  Selahaddîn Eyyûbî bo Qudsê nekenîya, nexwar û raneza û got 'Dema ku Quds di bin îşxalê de be ez ê çawa bikenim.' Divê em Qudsê bi çavekî girî û bi dilekî şewat ji xwe re bikin derd.  Bira, pîrek û zarokên me di hepsên îsraîl de ne. Cihû li ser axên Filistînîyan avahîyan saz dikin. 5 milyon Filistînî muhacir in. Gelo em ji vê yekê ne mesûl in?  Îro li Filistînê her cûr zilm tê kirin. Bo em ji vê mesûlîyetê xelas bibin dibê em bibin yek."

Di niştina ewil a panelê de çend kesên din ên ku wek axavtvan beşdarî panelê bûbûn her yek ji wan axavtinek kirin. Kesên axavtvan derbarê mijarê de wisa axivîn.

Birêveberê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş: " Quds bi halê xwe yê îro jî bo me rehmetek e . Bi saya Qudsê Xweda wan kesên ku ji rêya Muminan derketine nîşanî me da.

Şêx Xiyaseddîn Geylanîyê ji şêxên Norşînê: " Quds qibleya ewil a Îslamê ye. Meseleya Qudsê bo me tevan yek e. Temamê însanên di dînê Îslamê de ne ji vê meselê mesûl in.

Serokê Lijneya Birêveberîya Weqfa Alimên Medresê Tayyîp Elçî: " Divê em neslên wisa perwerde bikin ku bibin fatîhên Qudsê. Divê hemû kes bo rizgarîya Qudsê çi ji destên wan tê bikin."

Endamê Lijneya Mutevellî yê Weqfa Beytul Maqdîsê  Prof. Dr. Îbrahîm Ozcoşar: "  Xortanîya me îro Yahya Ayyaş nas nake heye."(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir