Rejîma Sûrîyê êrîşî Îdlîbê kir: 20 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa asimanî ya ku li Îdlîba Sûrîyê ji teref rejîma Sûrîyê ve hat kirin de 20 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ji teref rejîma Sûrîyê ve doh êvarî ve bi balafirên şer êrîş li 2 gundên ku di nav sînorên "herêmên lê kêmkirina pevçûnê ne" de ne hat kirin. Di encama êrîşa asimanî ya ku hat kirin de 20 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dan.
Li gor çavkanîyên fermî ji meha Çilê vir ve di êrîşên ku ji teref balafirên Rûsyayê û rejîma Sûrîyê ve hatin lidarxistin de heta niha 230 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dane û herî kêm hezar û 500 kesên siwîl jî birîndar bûn.(ÎLKHA)