• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
 "Divê alim derheqê Mescîda Eqsayê de biaxivin û meseleyan çareser bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di panela bi navê "Quds û Mesûlîyeta Me" ya ku ji teref Yekîtîya Alim û Medreseyan ve li Diyarbekirê hat tertîpkirin de ewil Miftîyê Diyarbekirê Burhan Îşlîyenê ku beşdarî bernamê bû derbarê girîngî û ehemîyeta Qudsê de axavtinek kir û dû re Serokê Heyeta Alimên Derve yên Filistînê Nevvaf Tekrûrî axavtinek kir.

 " Quds muqaddesata herî mezin e û nirxê wê ne erzan e"

Serokê Heyeta Alimên Derve yên Filistînê Nevvaf Tekrûrîyê ku di panelê de axavtin kir. Tekrûrî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Quds bajêra Pêxemberan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir:  Resûlullah ji wê derê derketiye Mîracê. Ji wan pêxemberên li wê derê re îmametî kiriye. Quds bo temamê ummetê mîzan e. Lewra Quds muqaddesata herî mezin e, nirxê wê ne erzan e. Pêxember ji Mekkê çûye Medînê û ji wê derê jî derbarî Qudsê bûye. Ji wê pê ve nimêj hatiye ferzkirin. Li ser Qudsê gelek hedîse hene. Weke ku em dizanin Quds cihekî bi şeref û bereket e. Pêxemberê me di hedîsê xwe de dibêje " Nimêja ku li Mescîda Eqsayê tê kirin bi efdaltir e. Ji dinya û ji hemû tiştên di nav de bixêrtir e.Divê em derbarê vê yekê de perwerde bidin zarokên xwe ."

"Hinek alim dengê xwe li dijî zaliman dernaxin û hinek ji wan jî di warê Qudsê de xeber nadin"

Tekrûrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir hinek aliman ji îşxala Qudsê re deng dernaxin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku Misliman ji dînê xwe dûr ketin û dev ji Mescîda Eqsayê berdan xiristîyan hewil dan wê derê bi dest bixin. Xiristîyan di rojekê de 40 hezar Mislimanan qetil kirin. Dû re Xweda Selahhaddîn Eyyûbî kir sebeb. Hinek alim dengê xwe li dijî zaliman dernaxin û hinek ji wan jî di warê Qudsê de xeber nadin."

 "Piştî  qerara Trump 17 Misliman şehîd bûn"

Tekrûrî di dawîya axavtina xwe de diyar kir Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump bi daxuyanîyên xwe şer li Mislimanan vekiriye û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Divê Misliman hişyar bin. Trump bi daxuyanîyên xwe şer li Filistînîyan vekiriye û vê yekê zagonî kiriye. Cihû zen dikin ev ax piştî vê qerarê yên wan e û dikarin her tiştî li ser wan axan bikin. Bênavber li hember Mislimanan dixebitin û karkerên di nav Filistînê de jî didin xebitandin. Cihû niha ber bi Mescîda Eqsayê ve diçin, dixwazin wê derê ji Mislimanan bistînin. Piştî  qerara Trump 17 Misliman şehîd bûn û têketina bi hezaran Mislimanî/ê li Mescîda Eqsayê hatiye qedexekirin. Divê em li dijî wan bisekinin. Ger alimek ji ser mînberê qala Qudsê nekiribe ev yek nabe. Divê alim derheqê Mescîda Eqsayê de biaxivin û meseleyan çareser bikin. Hatina me vê derê gavek e. Divê em li dijî cihûyan bisekinin."

Wezîfedarê Hîndekarîyê yê Zanîngeha Artukluyê Yrd. Doç. Dr.  Ahmet Ceylan jî di panelê de axavtinek kir û diyar kir Selahaddînê Eyyûbî miradê dxaçperestan di ber wan de hiştiye.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir