• DOLAR 32.235
  • EURO 34.768
  • ALTIN 2458.088
  • ...
Li Venezuelayê qeyrana xurekê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji ber qeyrana xurekê ya ku bi salan e li Venezuelayê berdewam dike li welêt bûyerên talanê dest pê kirin.

Li başûrêrojhilat welat li bajêra Cîudad Guayanaya Venezuealayê ji ber qeyrana xurek û erzaqê ku xelk di warê temînkirina wan de gelek zêde zehmetîyan dikşînin ev du roj in ku bûyerên talanê destd pê kirin.  Li gor agahîyan di van çend rojên dawî de gelek dikan hatin talan û şelandin.

Wezîfedarên ewlehîyê hewil didin tedbîran bistînin da  ku li ber talankirinan bigrin, lê belê gelek zêde zehmetîyê dikşînin.

Li ber marketan rêzikên divûdirêj pêk hatin. Sala borî pereyê welat li ber dolara Amerîka ji sedî 98 nirx winda kir.

Hikûmeta Maduro ji qeyrana ku pêk hatiye Amerîka û muxalefetê berpirsiyar nîşan dide. Amerîka vê yekê venaşêre û teleb dike ku hikûmeta Maduro ji wezîfê vekeşe.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir