• DOLAR 32.197
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2515.556
  • ...
Li Erebîstana Siûdî bihayê sotemeniyê du qat zêde bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî forsa xwe didan ku ew ji dayikbûn heta mirinê bacê ji welatiyên xwe nastînin di sala 2018an de cara yekem di rojekê de du caran li baca sotemeniyê zem kirin.

Di demên dawî de ji ber ku bihayê neftê kêm e ekonomiya xelîc ketiye asteke zor, ji ber vê yekê ev du salên dawiyê de ji bo kara xwe zêde bike hin serfkirinê xwe kêm kiriye û hin tedbîr girtiye.

Li her dû dewletan de wê di sala 2018 de ji sedî 5 zema bacê bê kirin û her dû dewlet dixwazin salê 21 mîlyar dolar karê bidest bixin û di vê salê de dahata neteweyî ji sedî 2 pîle zê de bikin.

Dewletên xelîcê yên wek Bahreyn, Kûweyt, Ûmman û Qatarê zema bacê texîrî sala 2019 an kir.

Li hêla din do ji nîvê şevê pê de Erebîstana Siûdî li sotemeniyê ji sedî derdora 127 zem hat kirin.

Li gor daxuyaniya Ajansa Nûçeyan ya Erebîstana Siûdî, hat îfade kirin ku sedemê zêdekirina bacê ji bo enerjîya baş bê bidestxistin û ji bo pêşketina dewletê wê bê bikaranîn.  

Berya niha li Siûdî litreya neftê bi 0.75 riyalî dihat firotandin lê belê piştî zemên hatin kirin litreya neftê ji sedî 82 hat zemkirin û lîtreya wê derket 1.37 dînarî.

Erebîstana Siûdî di çar salên dawî de 260 dolar kêmantiya budçeyê hatibû eşkerekirin. Di gel van zemên tê hêvîkirin ku heta sala 2023an bûtçeya xwe rast bikin.

Rezervên dolaran di çar salên dawîde 250 miyor kêm bû û bi vê yekê rezervê welêt daket bin 490 mîlyar dolarî. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir