• DOLAR 32.39
  • EURO 34.604
  • ALTIN 2387.515
  • ...
Ji serokê Îttîhadûl Ûlema hişyariya "Bîtcoîn"ê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di demên dawî de bikaranîna pereyê sanal Bîtcoîn belav dibe. Alimên îslamê îfade dikin ku tiştên eslê wan ne eşkere be lazim e Misliman xwe jê dûr bixin.

Serokê Giştî yê Yekîtiya Aliman û Medreseyan (Îttîhadûl Ûlemayê) Mela Enwer Kiliçarslan derbarê pereyê sanal Bîtcoîn de destnîşan kir ku ji ber ehemîyeta wî ne eşkere ye em nikarin niha hukmekî şerî bidin û lazim e Misliman xwe ji tiştin wisa biparêzin. 

Kiliçarslan, di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku danûstandin wek Bîtcoînê dikare gelek kesên bibin ber îflase û wisa got: "Paşê gelek tiştên wek zincîra saadetê gelek cureyên tîcaretê derket holê. Di tîcarek wisa de gelek kes dikarin têkve biçin. Ma temînatek wê heye? Kîja dewletê an kîja bankayê temînata wê dayê ser xwe. Ji ber vê yekê em nizanin bê eslê Bîtcoînê çiye, ji ber ku em eslê wê nizanin em niha nikarin hukmekî şerî bidin. Di dînê Îslamê de Pêxemberê me (r.x.l) em ji danûstendina mechûl û xapînok nehî kiriye. Dibe ku di vir de xapandin, kar û zerar hebe. Di gel van teva ji ber ku pêxemberê me ji danûstendina wisa nehî kiriye em nikarin fetwa bidin."  

Kiliçarslan, diyar kir ku li gor lêkolînên pisporan eslê Bîrcoînê hata 15-20 sala encax bê fêmkirin ji ber ku eslê wê ne eşkereye di vê danûstendina wisa de gelek kesên ji vê xisarê bibînin.

"Lazime Misliman nekevin danûstandinên talûke û ne eşkere"

Kiliçarslan îfade kir ku Pêxemberê me Hz Mûhemmed (r.x.l) be em ji danûstendinên ne eşkere nehî kiriye û wisa axaftina xwe bi dawî kir: "Di rojên borîde pisporekî vî karî di bernameyek televîzyonê de digot 'şîfreya Bîtcoînê encax heta 15-20 salan bê keşifkirin. Hin kes jî dibêjin di demên weri de dolarê Emerîka wê bikeve ji ber vê yeke ev derxistiye û hin kes jî dibêjin Çîn û Japonya ji bo qiymetê dolarê Emerîka bixin ev derxistiye. Ev tev zen e, ji ber ku teştekî rast neliholê ye em nikarin tiştekî bibêjin. Lê belê divê Misliman bi dîqetbin xwe ji danûstendinên telûke û ne eşkere xwe mihafeze bikin. Pêxemberê me em ji danûstendinên mechûl û ne eşkere nehî kiriye. Dive ku di vir de danûstendinek ne eşkere û xapînok hebe. Dive ku piştî vana teva hin kes zêde dewlemed bibin û hinek jî têkve biçin. Ji ber eleqeya gel ya zêde her ku diçe bihayê Bîtcoînê dikeve. Ji ber vê yeke tiştekî ne eşkere ye em niha nikarin tiştekî bibêjin û hikmekî şerî bidin."   

Wekî tê zanîn di rojên borî de Serokatîya Lijneya Bilind a Karên Dînî ya Serokatîya Karên Diyanetê ve hat amadekirin de derbarê mijarê de nasîna paraya ku ji teref dewletê ve tê çapkirin û nayên çapkirin de agahî hat dayîn û dû re derbarê mijarê de wisa hat gotîn: "Ji bo ku cûreyekê parayê di hukmê parayê de bê hesibandin dibê nirxa xwe ji otorîteya dewletê bistîne an jî divê bibe xwedîyê nirxa zatî ya wek zêran. Digel ku parayên sanal ji teref hinek kesan ve wek amûrê mubadelê tê bikaranîn jî  ji ber ku ne xwedîyê nirx û hêza ku dewlet diyar dike ye û ji ber ku di pey wê de sazîyeke fînansal a navendekê tuneye û dîsa ji ber ku di bin temînata dewletê de ye ew parayên sanal nikarin wek parayên din bên hesibandin. Ji ber vê yekê di vê heyamê de firotin û kirîna parayên sanal li gor dîn ne caiz e." (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir