• DOLAR 32.223
  • EURO 34.786
  • ALTIN 2447.401
  • ...
Bota penaberan binav bû: 4 jê zarok tev de 6 kes jiyana xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li navçeya Çemeya Îzmîrê di Behra Egeyê de bota penaberan binav bû. Di encama binavbûna botê de 4 jê zarok tev de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên k hatine wergirtin ji ber îxbareke ku hat kirin 3 botên ewlehiyên qeraxê û helîkopterek sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di encama xebata ku hat kirin de  9 kes hatin rizgarkirin û 4 jê zarok û 2 jê pîrek tev de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo 2 kesên ku winda bûne bên dîtin xebat berdewam in.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir