Serîlêdanên mamostetiya bi hevpeyman dest pê kir
MEB destnîşan kir serîlêdanên mamostetiya bi hevpeyman dest pê kir.
Di daxuyaniya ku ji ser hisaba fermî ya Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve hat dayîn de hat ragihandin serîlêdanên mamostetiya bi hevpeyman dest pê kir. Li gor daxuyaniyê ew ê 20 hezar mamosteyên ku ji milaqatê derbas bûne dê karibin serîlêdana mamosteyiyê bikin.
Serîlêdanên ku îro dest pê kirin dê heta 17ê Tîrmehê berdewam bike.(ÎLKHA)