• DOLAR 32.23
  • EURO 34.774
  • ALTIN 2460.48
  • ...
Heyeta ku ji derveyî welêt hatibû Şehîdiyên Qerecdaxê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Heyeta ku di nav de mêvanên ku ji Sudan û  ji Kurdistana Iraq û Îranê hatibûn pêşî şehîdiya li gundê Qubikê ziyaret kir. Heyeta ku Serokê Giştî yê Yekîtiya Medrese û Aliman Mela Enwer Kiliçarslan jê re serokatî dikir  li ser qebrên şehîdan ji bo şehîdan dia kir. Di dema ziyaretê de ji nîştecihên gund M. Salîh Gîzlî qala jiyana şehîdan kir. Heyet dû re ji bo nimêja nîvro bike derbasî camiya gund bû. Piştî nimêja ku hat kirin de Abdullah Hemê Muradê ku ji Kurdistana Iraqê hatibû  destnîşan kir ji ber ku ew gundekî ezîz û bi bereket ziyaret kirine gelekî kêfxweş û memnun in.

 “Em jî wek nîştecihên vî gundî mecbûr in ku peyama vî dînî bigihijînin zarokên xwe”

Hemê Murat di berdewama axavtina xwe da ji Sûreya Ahzabê ayeta 23emîn di bîran xist û wiha got: “ Hêviya me ji Xwedê ew ê ku me jî bigihijîne meqama şehadetê û em niyaz dikin Xweda şehîdên me bi şehîdên Uhud û Bedrê haşir bike. Xweda heta ku em sax bin  me bike ji şahidên vê dozê û piyên me li ser vê rêyê sabît û qaîm bike. Em mecbûr in  ku bi temamê mal, can  û hemû tiştên xwe ji Xwedê re xizmetê bikin. Em jî wek nîştecihên vî gundî mecbûr in ku peyama vî dînî bigihijînin zarokên xwe. Em mecbûr in vî dînî ji zêc û zarokên xwe re û her wiha ji hemî nîştecihan re bibêjin.”

Hemê Murat di dawiya axavtina xwe de ji ber mazûnvantiya ku gundiyan ji bo wan kirin spasiyên xwe anî zimên.

Heyet dû re ji bo şehîdiya li Gogwerînê ziyaret bike da rê. Heyeta ku gihaşt gund ji teref gundiyan ve hat pêşîwazkirin.

Mela Kerbela Şanli li ser qebrên şehîdan ji bo heyetê qala jiyana şehîdan kir û wiha axivî: “ Di sala 1994an de sibeha şeva Leyletul Qedrê 50 kesên ku di nav wan de zêc û zarok, ciwan û pîr ên ku ji bo haziriyan bi otobusê diçûn  Diyarbekirê di rê de li rasta êrîşa mayînî ya PKKê hatin. Di encama êrîşê de 10 Misliman şehîd bûn û 40 kes jî birîndar bûn.Di nav van şehîdan de 2 zarokên di bin 12 salî de hebûn.”

Şanli di berdewama axavtina xwe de diyar kir  di wan salan de gelek caran mayin di rê de dihat bicîkirin û dû re wiha got: “ Ev însan xwe bi dîn, Qur’anê ve digirtin û Misliman bûn. Ji ber vê yekê ev qas zilm li wan hat kirin. Berî niha çendîn caran gefê xwaribûn û êrîş li wan hatibû kirin. Lê ew kes qetiyen rûyê xwe ji Îslamê venegerandin. Lewra Misliman bûn û ji Xweda ditirsiyan.”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir