• DOLAR 32.235
  • EURO 34.76
  • ALTIN 2458.918
  • ...
Ezma xwendina pirtûkê ya Ozcan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ozcan Demîrê xwendekarê pola 7 emîn ê ku bê mercek nikare pirtûk bixwîne her roj diçe pirtûkxanê da kû pirtûk bixwîne. Ozcanê ku gel xweziya xwe pê tîne diyar kir ku ew bes dixwaze bibe xwediyê mercekeke.

Demîr her roj bi alîkariya bavê xwe diçe Pirtûkxaneya Gel a Bajarê Bedlîsê bi mercekê pirtûk dixwîne.

Wekîlê Midûrê Pirtûkxaneya Gel a Bajêr Hakan Yucel diyar kir ku Ozcan xwendekarê yekemîn ê beşa koran a ku di bergeha projeya Hûn di Gihanê de Astengdar Nînin (BÎLED) de di sala 2012an de hatiye sazkirin e.

“Ezma xwendina pirtûkan a Ozcan mirov bi rûmet dike”

Yucel wiha pê de çû: “Ozcan, xwendekarekî nû yê ku heftiyeke berê hatiye vir û pirtûkxaneya me nû naskiriye ye. Ozcan merceka li ser masê ya di beşa koran de ye bikar tîne. Wek rêk û pêk êdî dest bi hatine li pirtukxaneya me kiriye. Bi wesîla mercekê dikare pirtûk bixwîne.”

Ozcanê ku bi mercekê pirtûk dixwîne diyar kir ku merceka wî tune. Ji ber vê yekê ew dixwaze ku mercekeke wî jî hebe.

“Ez nikarim biçim pirtûkxanê û ji ber ku nikarim pirtûk bixwînim pirr xemgîn bibim”

Ozcan wiha diyar kir: “Ez ji xwendinê hez dikim. Min pirtûkxanê nas kir. Midûrê me yê pirtûkxanê dema rewşa min hîn bû merceka di beşa koran de da min. Ez pirr jê re teşekur dikim. Ez êdî her roj têm pirtûk dixwîm. Ji ber ku mala min pirr dûr e ez bi zehmet têm û diçim.”

Bav Mehmet Şah Demîr diyar kir ku ew ji bo tedawiya lawê xwe çûye gelek bajarên Tirkiyê. Lê dermanekî ji bo wî peyda nekirine. Dûvre Demîr wiha diyar kir: “Me yekî ji Almanya û yekî jî ji DYEyê bi tevahî 2 berçevk sitandin. Lê ji ber ku ev berçevk pirr sitûr in him çavan diwestînin û him jî hevalên wî di dibistanê de tinazê xwe pê lê dikin. Îhtiyaciya wî bi ji bo li malê mercekeke heye. Lê ji ber ku îmkanên min tune. Ozcan ji xwendina pirtûkan hez dike. Ez ji ber ku zivistanan naxebitim wî dibim pirtûkxanê.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir