• DOLAR 32.189
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2504.538
  • ...
Zarokê bi navê Alî Eymen bendewarê neqla îlîkê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Qahramanmaraşê Alî Eymenê 3 salî yê ku hatiye teşxîskirin ku nexweşiya wî pençeşêr e ev 3 meh e tê tadwîkirin. Alî Eymenê ku niha bendewarê neqla îlîkê ye pêwîst e ku di nabeyna 9 mehan de neqla îlîkê jê re were kirin.

Heke neqla îlîkê ji Alî Eymen re neyê kirin dê jiyana wî têkeve xeterê. Alî Eymenê ku li Edenê tê tedawîkirin 3 meh berê hat teşxîskirin ku nexweşê pençeşêrê ye. Malbata Elî Eymenî ji bo ku ji lawê xwe re kokekî minasib bibînin hewl didin. Ji ber vê yekê malbatê diyar kir ku kesên xwedî hest û xêrxwaz alîkariya wan bikin.

Malbata Çelîkel diyar kir kesên ku dixwazin alîkarî bikin ji bo kok hucrê xwîndayîn kafî ye. Ji bo vê yekê jî bila biçin Heyva Sor xwîn bidin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir