• DOLAR 32.346
  • EURO 34.846
  • ALTIN 2381.636
  • ...
Salvegera 38 emîn Înqlaba Îslamî ya Îranê tê pîrozkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta salvegera 38 emîn Înqlaba Îslamî ya Îranê ya ku ji teref Îmam Humeynî ve di sala 1979an de pêk hat li bajarên cûr bi cûr ên welat bi milyonan kes meşiyan.

38 emîn Înqlaba Îslamî ya Îranê li bajarên cûr bi cûr ên welat tê pîrozkirin. Li Tahranê di Meydana Azadî de bi sed hezaran kes bi sloganên “Bimire Emrîka” û “Bimire Îsraîl” meşiyan. Pîroziyên ku serê sibê di saet 09.00an de dest pê kir ji teref gelek endamên çapemeniyê ve hat teqîbkirin.

Li Tahrana ku tedbîrên zêde hatibûn sitandin bi paraşûtan bername hatin lidarxistin. Her wiha li ser serê gelê ku beşdarê bernamê bibû de gul hat reşandin. Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî di derbarê mijarê de axavtin kir.

Ruhanî destnîşan kir ku ew hêj jî li pey nirxên ku 38 sal berê înqilabê derêxistibû holê ne. Dûvre Ruhanî wiha destnîşan kir: “Gelê Îranê ji bo ku armanca Înqlaba Îslamê pçk were gelek lîder û ewladên xwe ji dest da.”

 Ruhanî diyar kir Înqilaba Îslamî ji teref hemî kom û mezhebên li Îranê ve pêk hat. Dûvre Ruhanî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Endîşeya me ya îro pêşveçûn e. Ji xeynê vê yekê manewiyat, edalet, azadî û hakimiyeta neteweyî. Xulase endîşeya me ew e ku em Komar û Îslamiyetê bi şiklekî baş tetbîq bikin. Ev yek berdewama rêya ku me 38 sal berê wek birûmet pêk anîbû ye. Înqilaba Îslamî ya di sala 1979an de welatê di serî de ji DYE ji îstilayên hemî hêzên biyanî xelas kir.” (ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir